- KCK’ê li ser êrişa dewleta Tirk a li ser Silêmaniyê got, “Dewleta Tirk hewl dide YNK’ê û Tevgera Azadiyê li ber hev rake. Zext û êrişên dewleta Tirk wê nikaribin YNK’ê û Tevgera Azadiyê bînin beramberî hev. Xelkê Başûrê Kurdistanê wê vê lîstikê pûç bike.”
Dewleta Tirk a qirker û înkarker 25ʼê Hezîranê bi balafiran êriş bire ser Kunemasî ya Şarbajar a Silêmaniyê û 3 sivîl şehîd bûn.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî daxuyaniyên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Silêmaniyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK’ê weha got; ”Dewleta Tirk a bi serkêşiya tifaqa AKP-MHP’ê, êrişê dibe ser her hêza siyasî, welat û gelê ku serî li ber wan natewînin, hevkariyê bi wan re nakin û piştgiriyê nadin polîtîkayên dijminatiya li Kurdan. Di vê çarçoveyê de niha jî yekser êrişê dibe ser xelkê Silêmaniyeyê. Dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, timî êrişê dibe ser Rojava, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê, dijminatiya xwe yekser li dijî bajarê Silêmaniyê ragihand. Wezîrê Karê Derve yê Tirk bi daxuyaniyekê ragihand ku PKK li Silêmaniyeyê bi bandor e, serdest e û mîna Şengal û Mexmûrê gefa êrişê li Silêmaniyeyê xwar.
Nikarin me li ber hev rakin
PKK û YNK ku partiyên ji hev cuda ne, dibe ku rexneyan li hev bikin. Dema ku pêwîstî pê hebû em rexneyên xwe ji YNK’ê re radigihînin. Lê belê xelkê Silêmaniyeyê ku xwedî hestên yekîtiya neteweyî û welatparêziyê ye ji bo me gelekî hêja ye. Bi YNK’ê re jî em hewl didin li ser bingeha dostanî û biratiyê her tim di nava têkiliyê de bin. Em zanin ku ji bo YNK’ê jî dostanî û biratiya bi PKK’ê re girgîng e. Êriş û zextên dewleta Tirk wê nikaribe YNK’ê û Tevgera me ya Azadiyê li ber hev rake. Gelê Silêmaniyeyê ku li dijî mêtinger û dijminên Kurdan xwedî têkoşîneke hevgirtî û bi biyar e, bi sekna xwe jî wê bersiva pêwîst bide êrişkariya dewleta Tirk.
Heta gelê Kurdistanê azad bibe!
KCK’ê bi daxuyaniyeke din jî gerîla û fermandarên li Heftanînê li ber xwe didin pîroz kir û got, ”Gerîla çawa ku 36 sal in li ber xwe dide, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û misogerkirina hebûna neteweyî ya Kurdan wê heta dawiyê li ber xwe bide.”
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:
”15’ê Hezîranê bi êrişa li ser Mexmûrê û Şengalê re li dijî herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dest bi êrişa dagirkeriyê kir. Armanc ji van êrişan ew e ku hem derbê li gerîla bixin, hem jî dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê hinekî din fireh bikin. Dixwazin qad û baregehên dagirkirî yên li Başûrê Kurdistanê berfireh bikin û dema ku firsend dîtin jî tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bikin û bi ser xwe ve bikin. PKK û gerîla li pêşiya vê armanca xwe asteng dibînin, lewma bi van êrişan dixwazin ku vê astengiyê ji holê rakin.
Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla zanin ku armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdayetiyê ye, lewma li dijî van êrişan li her cihî bi rengê fedayî û bi berdêlên giran li ber xwe didin. Çawa ku gerîla 36 sal in li ber xwe didin, heta ku gelê Kurdistanê azad bibe û hebûna neteweyî ya Kurdan misoger bibe wê li ber xwe bide.
NAVENDA NÛÇEYAN