Serokê Navenda Baweriya Zerdeştiyê li Herêma Kurdistanê Pîr Luqman derbarê îlankirina rêveberiya xweser li Bakurê Kurdîstanê de got, kesê dixwaze êrişî agirê gur bûyî bike, wê bi xwe di nav de bişewite û tûne bibe.

Pîr Lûqman mînaka serhildana Erdeşêr Babek bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî Tirkiye nikarin li hemberî hêz û wêrekiya Kurdan a ji pola bisekinin. Di dawiyê de wê neçar bibin mafê Kurdan bidin. Çawa Erdewan nameyek ji bo Erdeşêr Babek nivîsandibû û gotibû, ‘Ey Kurdê di bin konê me de mezin bûyî, kê destûr da ku tu taca padîşahiyê bixî serê xwe?’ Lê ji ber ku serhildana Erdeşêr piştgiriya xwe ji gel digirt, karî Kurdan ji tarîtiya di nav de derxîne.”

 

Nikarin xwe li hember hêza Kurdan bigirin

Pîr Luqman di berdewama axaftinên xwe de behsa xurtbûna Tevgera Azadî kir û got: “Îro tevgera azadiyê li Bakurê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bûye. Li cihê partiyek an jî komeke bi şer, parastin û kuştinê ve mijûl be, rûniştvanên welatê me, biçûk û mezin bi hev re serî hildane. Bi taybetî jin bi rolekî berçav radibin. Dest bi şoreşekê kirine û hemû cîhan ecêbmayî maye. Lewra hikûmeta Tirkiyê nikare gerîlayên PKK’ê bike behane ku êrişî gel bike. Ti belgeyek ligel wan nîne ku nîşanî cîhanê û raya giştî bidin.”

 

Kurd wê bibin deshilatdar

Pîr Luqman dibêje, ti hêz nikare xwe li hemberî gel bigre û wiha pê de çû: “Pêla gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ya li dijî hikûmeta Tirkiyê, tirs û lerizîn xistiye nava dilê Tirkên netewperest. Di demeke nêzîk de Kurd wê li Tirkiyê bibin deshilatdar û wê xaka xwe ya berê hatibû dagirkirin werbigirin. Lewra hemû hêza xwe ya mirovî, siyasî, leşkerî û dîplomasî bi kar tînin, hewl didin pêşiyê li vê yekê bigirin. Lê gelê Kurd li Bakur îsbat kir ku wê vê yekê cîbicî bikin. Wekî Zerdeştê mezin dibêje, ‘Bila em ji wan kesan bin ên cîhanê nû û xweş dikin.’ Niha hemû Kurdên Bakur ji bo nûbûnê û li ser wê yekê li hev kirine.”


Kurd wê mûcîzeyekê bafirînin

Serokê Navenda Baweriya Zerdeştî li Herêma Kurdistanê Pîr Luqman di dawiya axaftinên xwe de got: “Çawa nikarin dîrok û ferhengê ji navê bibin, bi wî awayî nikarin vê şoreşa niha ya li Bakurê Kurdistanê jî bêdeng û tune bikin. Di demeke nêzîk de wê hilbijartin bên kirin. Encam wê diyar bikin ku Kurd wê li ser asta dengên xwe mûcîzeyekê bafirînin.”



ELÎ SALİH / ROJNEWS