Jinên têkoşer ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdana Dogan ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 4'ê Çileyê 2016’an de li Silopiyayê hatin qetilkirin, li Amûdê, Dirbêsiyê, Efrînê, Mabeta, Reco, taxa êxmeqsûd a bajarê Helebê û li Başûrê Kurdistanê Hewlerê û gundê Gocarê yê Binarê Qendîlê hatin bîranîn.


Jiyana jinên têkoşer hate vegotin

AMÛDÊ: Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Amûdê ji bo bîranîna têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar civînek li dar xist. Civîna ku pêr li Navenda Çand û Hunera Hûrî hate li dar xistin, gelek şêniyên bajêr beşdar bûn. Li salona civînê de wêneyên têkoşerê komkujiya Parîs û Silopiyayê hatibû xemilandin.

Di civînê de Endama Demezrêner a PKK’ê Sakîne Cansiz belgefîlemkî ku berê hatibû amadekirin hat pêşandan.

Piştî belgefîlmê, Emdama Rêveberiya Yekîtiya Star û Şêwirmenda Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Heyfa Erebo jiyana hersê jinên şoreşger ên ku di komkujiya Parîsê de hatibûn qetilkirin bi bîr xist. 

Piştî vegotina jiyana têkoşeran, Erebo êrîşn tên ser jinên Kurd şermezar kirin û got ku ew ermanc dikin îradeya jinên têkoşer bişkînin.


‘Jin asta têkoşîna xwe bilind bikin’

DIRBÊSIYÊ: Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Dirbêsiyê ji bi armanca bîranîna hersê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar meşeke girseyî li bajar organîze kir. Bi sedan kes nûnerên gelek Saziyên Civaka Sivîl û yên xizmetguzariyê li bajar tevlê meşê bûn. 

Çalakvanên ku wêneyên hersê jinên têkoşer û alên TEV-DEM, Yekîtiya Star û YPG/YPJ’ê hildabûn bêyî navber drûşmeyên “Bimre dewleta faşist”, “Bimre terora Erdoxan” û hwd ji druşmeyên ku berxwedana hersê jinên têkoşe silav dikirin berz dikirin.

Di meşê de Endama Kordînesyona Yekîtiya Star Nûjiyan Amed û Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Mihemed Til Kermê axivîn û bang li hemû jinan kirin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin. Meş bi sînevîzyoneke ku derbarê têkoşerên Parîsê de hatibû amadekirin de, bi dawî bû.


‘Em ji riya azadiyê venagerın’

EFRÎN: Endamên jin ên Hêzên Parastina Cewherî ya Kantona Efrînê jî bi daxuyaniyekê qetliyama li hemberê jinên Kurt ku li Parîsê û Silopiyayê pêk hat, şermezar kirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Hêzên Parastina Cewherî Xaton Sultan ve hate xwedin de hate diyarkirin ku hêzên tarî bi qetliyama hewl didin vîna azad a jinan bişkînin û wiha hate gotin: “Em wekî endamên jin ên Hêzên Parastina Cewherî ti carî xeta berxwedana rêheval Sakîne bernadin û em soz didin wê ku em ji riya azadiyê venagerin.”

MABETA: Bi heman armancê li navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê jî Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê diyar kir ku dîrok xwe di komkujiya bajarê Silopiyê yê Bakurê Kurdistanê dubare dike û komkujiya Parîsê bi bîr tîne.

Daxuyaniya ku ji aliyê Xalîde Yûsif ve hate xwendin, komkujiya li ser gelê Kurt pêk tê hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Jinên Kurd niha li hemberî zihniyeta faşist wekî topeke ji agir li ber xwe didin. Em bang li civaka navnetewî dikin ku kujerên jinan darizînin.”


‘Nikarin vîna gel bişkînin’

RECO: Li navçeya Reco ya Efrînê jî Saziya Malbatên Şehîdan û Rêxistina Yekîtiya Starê, jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar bi bîr anîn. Di daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan de berxwedana Bakûrê Kurdistanê hate silavkirin û hate ragihandin ku tu tişt nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Rêxistina Yekîtiya Starê jî semînerek derbarê komkujiya Parîsê de li dar xist û têde bal kişand ser têkoşîna hersê têkoşeran.

HALEB: Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî bi boneya salvegera Şehadeta hersê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez mamosteyên jin ên zimanê Kurdî, endamên jin ên Yekîtiya Ciwanên Rojava, endamên jin ên Hêzên Asayîşa daxuyanî dan û qetliama Parîsê û Silopiyê şermezar kirin. Dîsa Şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê merasîmeke leşkerî li dar xistin û jinên têkoşer bi bîr anîn.


Têkoşîna Cansiz vegot

HEWLÊR: Li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê jî jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, bi semînerekê hatin bîranîn. 

Seminerà ku li Salona Rewşenbîriyê pêk hat de endama RJAK'ê Tara Hisên axivî û bal kişand ser cih û têkoşîna Sakîne Cansiz a di nava şoreşa gelê Kurd de. 

Piştî axaftina Tara Hisên, li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz sînevîzyonek hat nîşandan.


'Sara di her warî de xwedî ked bû'

BINARÊ QENDILÊ: Li gundê Gocarê yê Binarê Qendîlê jî bi boneya 3'emîn salvegera şahadeta sê jinên şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dagon û Leyla Şaylemez ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) ve semînerekî bîranînê hat li dar xistin. 

Di semînerê de aktivîsta RJAK´ê Sema Zîlan axivî û got; "Heval Sakîne  bi xwe  di rojnivîsa xwe da gotiye ’Hemû jiyana min di nava şer de bû’, dema em li jiyana wê  dinêrîn hem Femenîst bû, hem dîplomat bû,  hem Şoreşgerbû. Yanî  di  her warê jiyanê de xwedî ked bû.” Piştî axaftinan li ser jiyana Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez sînevîzyon hate nîşan dan. 


 NAVENDA NÛÇEYAN