Nîna (Nahîd) Ahmedî ya li paytexta Awusturyayê Viyanayê dijiya û demeke dirêj di xebatên cuda yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de cihê xwe girt, wefat kir. Ji bo Nîna Ahmedî, KNK´ya ku ew çar salan endamê wê jî bû, peyameke sersaxiyê weşand.

Nîna Ahmedî li nav çapemeniya azad û gelek warên cuda yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ked da, bi nexweşiya penceşêrê ketibû û ev 3 sal bûn ku dihate dermankirin. Di dawiya 3 salan de Nîna Ahmedî pêr wefat kir.

Malbat û dostên wê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê sersaxiyê qebûl dikin.

Nîna Ahmedî 27’ê Adara 2017’an di Kongeya NCKD a Viyanayê de ji ber ked û xizmeta xwe hêjayî endametiya rûmetê hatibû dîtin.

Jiyana wê misêwa têkoşîn bû

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser wefata rojnamevana Kurd Nîna (Nahîd) Ahmadî daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê bi bîr xist ku Nîna Ahmadî heta dawiya jiyana xwe dest ji xizmeta ji bo doza Kurd û Kurdistanê bernedaye û wiha dewam kir: “Nîna Ahmadî di nava şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de jî cihê xwe girtibû. Di dema zindanên Îranê de jî li ber xwe da. Piştî ku mecala jiyanê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nema, hevala Nîna li Awusturya bû penaber. Lê, ji bo xizmata doza azadiya Kurdistanê, Nîna ya heval, sînor nas nekir û erkên xwe yên welatpareziyê li Ewrûpayê dewam kirin. Li Awusturyayê jî Nîna Ahmadî xwest bi karên diplomasiyê gelê Awusturyayî bike dostê têkoşîna azadiya Kurdistanê.”

KNK’ê bi bîr xist ku wê bi salan di Mezopotamya TV û Roj TV de, bi bernameyên xwe xwest pirê di navbera çar beşên Kurdistanê ava bike û got, “Heta bêhna xwe ya dawiye jî xwedî li berxwedana Leyla Guven derket û di nexweşxaneyê de jî peyama serketinê ji bo çalakgerên gireva birçîbûne şand.”

Konseya Rêveber a KNK’ê sersaxî ji malbata Nîna Ahmedî û gelê Kurd re xwest.

 

NAVENDA NÛÇEYAN