Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, ji endamên berê yên KNK´ê û kedkara Çapemeniya Azad, Nîna Ehmedî 13´ê Adarê ji ber nexweşiya pençeşêrê, piştî dermankirina 3 salan wefat kiribû. Ji bo Nîna (Nahîd) Ehmedî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Viyanayê çalakiyeke bibîranînê hat lidarxistin.

Li NCDK´yê serdanên sersaxiyê jî tên qebûlkirin. Di çalakiya bibîranînê de gelek Kurdistanê amade bûn. Nûnerê PYD´ê yê Awusturyayê Agirî Kobanê di bibîranênê de peyivî û got, Nînayê weke welatparêz û şoreşgerekê, di tevahiya jiyana xwe de li gelek warên cihê têkoşîna xwe dewam kiriye. Kobanê bi bîr xist ku Nîna Ehmedî xwe bi tevahî dabû Têkoşîna Azadiya Jinê û wiha dewam kir: "Êşa me giran e, ji ber ku me hevalek ji dest da ku peyva ´heta jin azad nebe, civak azad nebe´ herî baş fêm kiribû û di jiyana xwe de jî ev bi cih dianî."

Di bibîranê de sînevîzyoneke li ser jiyana Nîna Ehemdî jî hat nîşandan.

 

VIYANA