
Hevseroka Meclîsa Sûriyeyêya Demokratik (MSD) Îlham Ehmed, geşedanên dawî yên li Sûriyeyêyê yên milê leşkerî û siyasî nirxand.
Ehmet, anî ziman ku MSD di çareseriya qirîzêde rolekî gelek mezin dilîze û wiha got: “Ehmed anî ziman ku ji bo ev şer bi dawî bibe divê rejîma Sûriyeyê dawî li vê feraseta xwe bînin û wiha got: “Divê DYA û Rusya rola xwe ya rawestandina şer pêk bîne. Ehmed, destnîşan kir ku kirîza Sûriyeyêyê hêj berdewam dike û wiha got: “Ji bo ev krîz çareser bibe em di nava hewldanan de ne. Yên beşdarî civînê dibin refê xwe diyar dikin. Ev alî wekî kesên ku li Sûriyeyêyê çareseriyê dixwazin tên nîşandan. Di şerê Sûriyeyêyê de cihê DYA û Rûsya pir girîng e. Ji bo şer bi dawî bibe dikarin rêbazek rast bibînin. Yek ji aliyê girîng ê eniya qadê jî Hêzên Sûriyeyêya Demokratîk (QSD) ye. QSD bi têkoşîna li dijî DAİŞ’ê heta niha gelek kad azad kirin. Gelek bedelên mezin dan. Divê rejîma Sûriyeyê jî êdî dest ji helwest û feraseta xwe berde. Divê gavên demokratîk bavêje. Divê ji bo daxwazên gel gavên wêrek bavêje. Divê ji bo yekîtiya Sûriyê ev gav bên avêtin. Helwesta berê çareseriyê bi xwe re nîne. Li bajarên ku şer dijwar lê pêş ket êdî wekî berê rejîm nayê qebûlkirin. Bi taybet li Minbic, Bab, Hama û Humusê helwesta gel pir zelal e. Aşkere diyar dikin ku rejîmê naxwazin. Divê rejîm vê rastiyê bibîne.”
Li Cenevre temsîla gel tune ye
Ehmed, bal kişand ser civînên Cenevre û wiha berdewam kir: “Gelek hêzên ku beşdarî civîna Cenevre bûn gelê li Sûriyeyê temsîl nake. Muzakereyên me yên bi gelê Sûriyeyêyê re dê bidomin. Gelê Sûriyeyê bi piraniya wî nûnertiya wî di civînê de cih nagire. Dema vîn û nûnertiya gel di van civînan te tune be ev civîn bi ser nakevin. Em neyînî nezî hevdîtina ku DYA û Rusya beşdarî çareseriya kurdan dibin, nabin. Li Bakurê Sûriyeyêyê wekî gelê kurd gelek neteweyên din jî cihê wan û nûnertiya wan di civînê de tune ye. Ew jî nikarin beşdarî civînê bibin. Wekî ku muzakere di nava rejîma Sûriyeyê û sunuyan de pêk tê xuya dibe.
Ehmed, herî dawî da zanîn ku ew amadene ku hemu qadên di bin dagirkeriya DAİŞ’ê de rizgar bikin û wiha got: “Divê hemû hêzên çekdar ên Sûriyeyê berê xwe bidin DAİŞ’ê. Dixwazin şerê li Sûriyeyê bikin wekî şerê terorê. Yê herî zêde li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye QSD ye. Em hem li dijî DAÎŞ‘ê hem jî li dijî dijî feraseta berê têdikoşin. Em niha bi DYA re niqaşa Federal û pêşeroja Sûriyeyêyê dikin. QSD hedef dike ku bibe artêşa nû ya Sûriyê. Ber bi artêşa nû ya Sûriyê ve diçe. Hêzên QSD û MSD, di şerê li Sûriyê pêş ket de talan û wêran nekir. Her dem bi feraseta çareseriya demokratîk têkoşiya. Em her dem ji bo Sûriyeyêyek demokratîk tedikoşin.
NAZIM DAŞTAN/DÎHABER /QAMİŞLO