
Te gotiye ku ev der Rojava ye û dilê Kurdistana rengîn e. Erê Rojavayê min de ka bibêje, bibêje ku bila dagirker nikaribin ji tirsa te derbikevin qadê. Te îro qadên ku bi hezar salan e hatine dagirkirin bi berxwedana gelê xwe azad kir. Îro gelê Kurd bi we serfiraz û serbilind e Rojavayê min. Bi azadiya Serokê te dê ew serbilindî û serfirazî hêj bilindtir bibe û ne tenê li çar parçeyan dê ji bo gelên hemû cîhanê hêviyek mezin ava bibe. Dê modernîteya kapîtalîst neçar bimîne li hemberî te.
Erê Rojavayê min li ber xwe bide, li ber xwe bide ku zincîra zilmê bê şikandin. Azadî nêzîk e bo me Rojavayê min. Îro Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd li dû te ye. Îro çanda berxwedana ku Şehîd Xebat Dêrik û Rustem Cudî dabûn te li dû te ye. Çawa ku guleya yekemîn di 15’ê Tebaxê de li nav dilê dijmin ket û teqiya, îro te jî bi şoreşa xwe ya 19’ê Tîrmehê guleya duyemîn di nava dilê dagirkeran de teqand û bûyî hevalê 15’ê Tebaxê. Erê Rojavayê min, de ka rabe ser xwe û li gelê xwe yê bakurê Kurdistanê mêze bike, te bi berxwedana xwe ciwan, zarok, jin û kalan hişyar kir û te got rabin îro roj roja xwedîderketina li min e, îro roj ne roja sekinandinê ye û îro roj roja Azadiya Rêberê Gelê Kurd e. De ka rabe gelê min ji xew rabe. Ji bo rojeke ku êdî xaka me neyê talankirinê rabe û qîr bike, de ka qîr bike gelê min û bêje: “Rojavayê min can û cîgera min em bi te re ne em ê heta dawiya xwe ji bo azadiya xwe şer bikin û li Şoreşa te xwedî derbikevin.”
Niha ji te dipirsim birayê min (hikûmeta başûr) ez Rojava me ez birayê te me. De ka deriyê xwe veke ji birayê xwe re. Ma bira ji bira re deriyê xwe digire. Ez bo azadiya xaka xwe û gelên ku li ser min dijîn tenê şer nakim, îro şerê min ji bo azadiya gelan e birayê min. De ka deriyê xwe veke ji bo xewneke şêrîn. Ma tu xewneke azad naxwazî bo gelê xwe. Tu naxwazî ku xwe bi rê ve bibî û ji bin dagirkeriyê rabe ser piyan. Ka li min mêze bike û bibîne ji bo dagirkeriya li ser te rabe ez şer dikim. Lê tu îro derî jî li min venakî birayê min loqmeyeke nan ji min re zêde dibînî. De ka li birayê min ê din (bakurê Kurdistan) mêze bike te dît an na. Loqmeyeke nan dema ku dike devê xwe pêşî dike du qet parçeyek dide min û parçeyek dide xwe. Tu çima wisa nakî birayê min de ka em bi hev re wê loqmeya nan bixwin. Bila zikê me hemûyan têr bibe. Tu çima me birçî dihêlî.
An jî naxwazî ku loqmeya nanê xwe bidî min çima loqmeya birayê min ê din ji bo negihîje min çima deriyê sînor digirî. De ka veke deriyê sînor.
Deriyê dilê xwe veke da ku bêhna nanê tenûrê (bêhna azadiyê) têkeve xaka min. De veke deriyê dilê xwe da ku ev bêhna nanê tenûrê li her deverê belav bibe. Ne tenê li mala te (başûrê Kurdistanê) bila li mala birayê te yê din jî (bakurê Kurdistan) belav bibe. De ka veke deriyê xwe. De ka birayê min helbesta ku min ji bo te nivîsiye bixwîne:
Êrîş kirin dagirkeran,
Ji tax û kolanan dengê qîrîna zarok û dayikan bilind bû...
De ka deriyê xwe veke birayê min
Dereng nemîne xwîn dirije ji laşê min,
De ka deriyê xwe veke xwîna ku hêdî hêdî ji laşe min tê xwarê paqij bike,
Birayê min ew guleyên ku li min dikevin canê min naêşînin,
Tiştek tenê min diêşîne birayê min,
Ew jî bêdengiya te ye…
ŞOREŞ OLÇEN