Felsefeya rojhilat a ku wekî felsefeya Îslamê tê zanîn di bingeha xwe de çemekî azad ku berî Îslamê dest bi herikînê kir û ligel hemû qadan ji bo bêhişkirinê hêj diherike. Di hemû jiyanên di cîhana fikirandina Rojhilat de derketin holê rêgeza jiyanekî bi wate û lêgerîna wê heye. Jiyana bi wate di exlaq, wekhevî, kolektîvîzm, bihevrebûn û berdewamiya civaka dîrokî, di bingeha hişmendiya Rojhilat de cih girt. Hin caran wekî paradîgmayekî raman, hin caran wekî rêxistinekî berxwedanê û hin caran jî wekî mekanê afirandina hêza têkoşîna bi hêz bû.
Di felsefeya Rojhilat de aliyên hevpar ên wekî zanebûn, xwekişandina înzîvayê û têkoşînê hebûn. Kodên di felsefeya Rojhilat de yên wekî înzîva, îza û yan jî şerê nefsê derketin holê asta herî girîng a afirandina mirovê kamil (di heqîqata gerdûnê de mirovê mukemel e.) Astên vê çalakiyê bi kêmasiyên xwe re têkoşîn meşandin, ji terzê jiyana civakî ya heyî derketin û xwebûn in.
Em li nava rojhilat cih digirin. Li naverasta Rojhilat de li welatê ku netewe dewleta xwe neyî ya Kurdistanê derketina PKK’ê pêvajoya zanistê pêk tîne. Têkoşîna gerîla jî ji ber vê yekê înzîvayek e. Çiya mekanê înzîva û têkoşînê ne. Çiya ji bo şerê gerîla gelek guncav in. Lê çiyayên Kurdistanê ji bo gerîlayên PKK’ê tenê qadên şer nîn in di heman deme de qadên azad ên afirandina jiyana nû ne jî. Mirovên deryayan debara xwe ji deryayê pêk tînin û dema bêhna wan teng dibe li deryayan rê digirin. Bi pêlan re diaxivin ji dengê avê û dilopan derdikevin û diherikin. Mirovên çolê her tiştê xwe li çolê dibînin. Ji bo ku olên xwe yên bi hezaran salan bidomînin û li gelek cihên cîhanê belav bibin jî li çolê peyda kirin. Ji ber ku bingeha jiyanê li çolê ava kirin.
Mirovên Kurdistanê jî di demen wisa de berê xwe didin înzîvaya civakî û axa xwe; ango çiyayan. Wekî ku ber bi deryayan ve diçin hildikişin çiyayan. Wekî ku bagîrên (yelken) dilê xwe vedikin. Bayê li deryayan tê her çiqas tûre jî be ji kesên dil dayîne deryayan re wekî dilê wan hembêz dike û tê. Gerîlayên Kurdistanê jî li hemberî hemû bayê hişk ê li çiyayan tên di hemû demsalan de dilê xwe vedikin. Ji bilî jiyana gerîla û şerê gerîla derketina çiyayan, derketina ji welatê xwe û ji bo xwe meşiyanê vedibêje. Derketina çiyayan aliyê wê yê peydakirina lêgerînê ye. Bi bayê re dost, bi dengê pêlan re bi aheng, di dema ax digihîje laşê mirov de yekbûyîn û bi bêhnê wê avhewayê nas dike. Gerîlabûyîn jî, vê bêhnê bêyî astengiyan hilkişandina hundirê xwe ye.
Jiyan, nasîna bayê ye. Dema ba por şe dike fêmkirina gerdûnekê ye. Ava ku gelek deng derdixe û bi hêz diherike ava gelek mezin nîn e. Ava ku bedenên xwe yên biçûk li keviran dide û diherike ye. Li gerîla ez hînî vê yekê bûm.
Têkiliya gerîla û axê tenê têkiliya hembêzkirin û starbûnê nîn e. Hembêzkirin, nasîn, hevhîskirin, girêdana hev û an jî jiyanê di nava ahengiyê de parvekirin… Gerîla, axa Kurdistanê bi xwîna ji laşê xwe, dilopên xwêdana xwe, ked, hezkirin û mêzekirina çavên xwe pîroz dike û rola axa ku bi mirov re pîroz bibe di asta herî bilind de bi cih tîne.
Ez bawer dikim ku şervanên azadiyê yên hemû gelan bi riya xwîna ku dane axê biratiya gelan dijîn. Şerê gerîla yê ku salên dirêj li Kurdistanê berdewam dike û girseyîbûna vî şerî ligel derfetên erdnîgariyê li ser vê erdnîgariyê, bi mirovên bi derfet, mirovên ku dilê xwe bi çiyayan re kirin yek û vîna wan a kolektîf a jiyana azad heyî re jî girêdayî ye. Demên mirovan ên herî zor dûrbûna ji aramiya zikê dayikê ye. Di demên wisa de germahiya lê tê gerandin jî germahiya zikê dayikê ye. Çiyayên Kurdistanê ji bo gerîla rehma azadiyê ne. Wekî zikê dayikê ne.
Em şervanên azadiyê yên Kurdistanê, gerîlayên PKK’ê ne li Rojhilatê cîhanê, em li navîna cîhana xwe ya azadiyê de ne. Ji bo me fêrkeriya jiyana Rêber Abdullah Ocalan ava jiyanê ye. Projeya neteweya demokratîk a ku Serokatiya me pêş xistiye ji hemû gelan re, hemû komên bawerî û çandî, bi hemû civakan re bi hev re, hemû cudahiyan homojen nekirin, wekîhevnekirin û neke sedema dijminahiyan bi hev re riya jiyana azad nîşan dide. Ev rê bi hemû gelên cîhanê re riya meşa bi hev re ye.
DILZAR DÎLOK
Nirxandin: Gerîlatiya li înzîvaya çiyayan