Behsa mafên herî însanî dike ku gelê Kurd jê bêpar hatiye hiştin. Ew mafên ku gelê Kurd wan dixwaze mafê hemû gelan in. Gelê Kurd bi hezarê salan e ku li cografyayekê dimîne û ev erdnîgarî weke Kurdistanê tê bi navkirin. Gelê Kurd dixwaze li vê cografyayê bi zimanê xwe yê dayikê karibe perwerde bibe, pê rabe û rûnê. Gelê Kurd dixwaze xwe bi xwe rêve bibe, karûbarên xwe yên civakî bi xwe bimeşîne û çareser bike. Bi dehan sale Kurd ji bo bibin xwedî van mafên rewa bi biryardarî têdikoşin. Ji xwe ji slogan û axaftinên di van çalakiyan de jî gelê Rojavayê Kurdistanê biryardariya bidestxistina mafên xwe careke din raxist ber çavan. Berxwedana îro li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin jî, asta têkoşîna maf û azadiyan destnîşan dike. Ji ber vê çendê ye ku êdî siyasetên pê gelê Kurd têne înkarkirin bi ti awayî wê nikaribin dewam bikin. Êdî Kurd li çar aliyên Kurdistanê nîşanî hêzên dagirker dan ku ew dixwazin bibin xwedî mafên xwe yên demokratik, nîşanî van hêzan dan ku êdî ew jiyana bê statu qebûl nakin. Kurd di van xwepêşandanan de bi dengekî bilind qêriyan ku ew ê di sed sala heyî de hebûna bê maf bi ti awayî nepejirînin.
Kurdan gelek caran destnîşan kiriye ku eger ti hêz êrîşî wan nekin û rêzê nîşan nasnameya wan bikin, ew ê jî êrîşî ti derdorê nekin. Bi gotineke din Kurdan nîşanî her kesî daye ku ew ne aşiqê şer in. Mînaka vê ya herî ber bi çav jî, li Rojavayê Kurdistanê hat dîtin. Yên ku ji dilpakî û rastiya Kurdan bi şik û goman in, wê demê ew bi xwe ne durûst in. Di serî de Emerîka û welatên Yekîtiya Ewrûpa, hêzên navneteweyî yên xwe weke alîgirên demokrasî û parêzvanên mafê mirovan dibînin, divê li hemberî daxwazên gelê Kurd bibin xwedî helwest û siyaseteke rast. Her çendî hêvî û daxwaz ev be jî, lê di rastiyê de ya ku ev hêz li hemberî gelê Kurd dikin, bi temamî durûtî û xapandin e.
Divê neyê jibîrkirin ku ev hêzên em behsa wan dikin, bi salane ji bo têkbirina têkoşîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, destekê didin dewleta Tirk. Ev hêz heta roja me ya îro Kurdên Bakur yên ji bo azadiya xwe têdikoşin weke "terorîst" binav dikin û têkoşîna demokrasiyê ya li Bakurê welêt jî ji nedîtî ve tên. Ev hêzên ku rêjîma Sûrî weke rêjîmeke dij demokratîk binav dikin, heta niha li hemberî siyasetên înkarê yên ku rêjîma Baasê li hemberî gelê Kurd meşandiye, ti helwestên zelal nîşan nedane. Helwesta van hêzan vê yekê tîne bîra mirov. Ev hêz dema ketin Iraqê li nava qesrên Saddam Hisên li sîlehên kîmyewî digeriyan. Lê dema çekên kîmyewî li Helebçeyê li dijî Kurdan hat bikaranîn, hêzên em behsa wan dikin bi ti awayî li van çekên kîmyewî nepirsîn û nedîtin.
Kurdên roja înê li Rojavayê Kurdistanê di bin slogana "Îna Mafên Gelê Kurd meşiyan peyam dan ku ew ê bi ti awayî siyaset û durûtiya van hêzan qebûl nekin. Di demên dawî de gelek caran pirsên weha tên kirin. Li Sûrî "kî dixwaze çi bike", "li pey çi ye" û "Sûriyeke çawa dixwaze"? Dema em li siyasetên ku ev derdor li hemberî daxwazên gelê Kurd dimeşînin temaşe bikin, em dikarin bersiva van pirsan jî bidin. Weke mîna, vê gavê dewleta Tirk îdîa dike ku ew daxwaza demokratîkbûyîna Sûriyê dike. Dewleta Tirk dibêje rêjîma Sûrî dijberiya demokrasiyê dike. Lê dema mijar dibe mafên gelê Kurd li Sûrî, heman dewlet xwe li navê gelê Kurd jî ranagire. Wê demê divê em jî bêjin ku ti ferqa dewlet Tirk û rêjîma Sûrî ji hev tine ye. Ev hêzên xwe weke alîgirê demokrasî û azadiyê binav dikin, dema mijar dibe gelê Kurd li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, har û dîn dibin, çav li serê wan sor dibin û ji bo Kurd nebin xwedî maf ya ji destê wan tê dikin. Ti pîvanên siyaseta bi exlaq li cem wan tine ye. Tenê bi gotinan demokrasî ti carî pêk nayê. Demokrasî misogeriya jiyana azad a civakan û biratiya gelan e.
Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû hêzan bûye çavkaniya têkoşîna demokratîk. Bûye çavkaniya wêrekî û moralê. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîna xwe nîşanî her kesî da ku siyaseta demokratîk çawa û bi kîjan rêbazan tê meşandin. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi vê têkoşîna xwe, nîşan dide bê kî alîgirê şer û wêrankirinê ye û kî alîgirê aştî û demokrasiyê ye.
Kurd wê bi xurtkirina yekîtiya xwe, bi lez ber bi azadiyê ve biçin. Bila gomana ti kesî ji vê yekê tinebe. Bi yekîtiyê wê hemû destketiyên xwe biparêzin. Kurdên Rojava baş dizanin ku bi yekîtiyê serketin misoger dibe. Li ser hîmê vê têgihiştinê Kurdên Rojava îro yekîtiya xwe pêk tînin û rêveberiya xwe ya xweser ava dikin. Ev yekîtî beriya her tiştî wê çavên wan kesên ku heta neha ne xwestin hebûna gelê Kurd bibînin veke. Bi hêviya ku êdî hêzên navneteweyî yên heta niha destek didan hewldanên tinekirina gelê Kurd, wê bi ronahiya têkoşîna azadiya ya vî gelî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê temaşe bikin.
DIYAR CIWAN
Nirxandin: Ji bo azadiyê yekîtî