Ger em van rojan hinekî qala Siwêregiyan dikin, zêde nebînin. Dibêjin Mele Elo ne kin û ne jî gelekî dirêj bû. Bi zargotina herdû diyalektên Kurdî êlegê çil qumçe li xwe dikir. Şerwalê wî peyik dirêj, şifka wî 9 koşe bû. Zincîr a seetê ya zer zêrînî bi ser êlegê xwe de berdida. Pêlava xwe hertim li nik ”Kundiracî Ramazan” çêdikir. Simbêlê wî boq û serê wan ziraw bû… Mele Elo ji xwe hez dikir. Wî hez ji mirovan dikir.
Rojekê, berya şerê tevgera azadixwaz bi paşverûtiya Kurd re germ bibe, despêka salên 1970’yî, li gor termonolojiya wê demê, di nabêna ”Sosyal Emperyalistan” û ”Sosyal Faşîstan” de, li Siwêregê, nêzîkî liseya û kolanên derdorê wê - yên ku helbesvanê mezin Ahmed Arif li ser wan lê kiriye- pewçûn derdikeve. Dibe xurme-xurma çardexuran.
Mele Elo rêvî bû. Dê di ser Stanbolê û Tehranê re biçûya nik serokê Kurdan Mele Mustafa Barzanî. Êvarî Mele Elo rastî komek ji van ‘teleban’ tê. ji jiwan dipirse: ‘Xortino ew çi dengê silahan bû îro?’ Xortan bi kelecan bersiva wî danê: ‘Wana maoist in, sosyal faşîstin…’
Mele Elo li wan guhdarî kir, hêrsa wî difûriya, li piyê xwe yê rastê xist û got: ”Ev rast”, li piyê xwe yê çepê xist û got: ” ev jî çep” û domkir: ” Ya ka govde? Ji sedî çilûpêncên Kurdan req in. Ji sedî pênciyên wan  beq in. Ji sedî pênc êmayin jî şêr in. Ev jî di nav dengên req û beqan de gêj bûne, nizanin dê çibikin.”
Wan rojan em bi hin nîvîsandinên bi Swêdî mijûl bûne. Yêk jê di derheqa neheqî û çavsoriya li Mele Abdrrahman Yayan bûye. Navê nivîsê ‘De fria Îmamerna-Seydayên Azad’. Hin ji nîvîsê ji bo xwendevanên Kurd zêde ne. Ez dê tenê hinekî bi ve bighînim. Wergera ji Swêdî: „Kesên ku serdema desthilatdariya Stalinizm de çûbe Yekîtiya Sovyet a berê, bala wan çûye ser megafonên bi stunên elatirîkan ve daliqandî ku li wan dengê desthilatdariyê li hev vedigeriya…
Di çalakiyên civakî yê Kurdan de, tekoşinek ji bo dîn û dewlet ji hev cuda bibe, heye û didome. Seydayên azad yê Kurd, hew li camiyan lê li park, meydan, kolan û Çadirên Çareseriya Demokratik û cihên din, xutbê didin…Yek ji wan Mele Abdurrahman Yayan e... Salek cezayê zindanê dane wî...
Dewleta Tirk, li bakûrê Kurdistanê, megafon li ser camî û dibistanan danîne. Li gund û camiyên ”bê mele” ji navendê kaset an jî CD yekê li aparatan bi cîh dikin û ji van megafonan li ser camiyên dewletê, dengê desthilatdariyê tê.
Helbesta Berthol Brecht ya ku kala dengê cîzmên potinan li Bahnof dike, anî bira min.
Li welatên Rojave dîtinek seyr şaxê xwe berdane. Generalan mîna sekuler (laik) şîrove dikin. Şaşiyek ji vê mezintir nabo! Piştî înqilaba eskerî ya sala 1980 yî, li Tirkî, çi caran hulqase dibistanên olî, camî, qahvexane û ”malên kêfê” peyde nebûne. Eskeran ev (infrasutruktur)binaxe avekirin. AKP, bi serokayetiya Recep Tayip Erdogan de megafon danin, meleyên bi dewletê re xwedî bahweriya tekûz, tayîn kirin van cihên ”ayînê”. Beşbûnek kar, bi armanca sazkirina ”Turkî ya Mezin” ku lê desthilatdarî dê li ser jiyana ”vê dinyayê û dinyaya din” biryar bide.
Ger em nexwazin kes nekevî nabêna kesekî bahwermend û xweda, Ger em bixwazin têkoşina serfiraziya jinê biserkeve, Ger em doza mafê her kesî bikin ku bikaribe xwe ji her cure olê azad bike, Pêwiste em Seydayên Azad bitenê nehêlin. Ji Mele Abdurrahman Yayan re Azadî! “
Dem çû dewran hat, Mele Elo gihişit miraza xwe. Îro roj govde jî pêk hatiye. Govdeyek têra xwe gir. Ji Kurdan re azadî! Durşmeya Mele Elo jî bû. Em bi arîkariya Îsmet Uzun, bi van çend gotinan Mele Elo dibîrtînin!
Têbinî:  Di nivîsa xwe ya bi navê ”Gulên Kolanan” de ez tûşî yek şaşiyê bûme. Min gotiye Mehmet Tiniq çûye rahmetê. Ne rast e. Mirovê hêja Mehmed Tiniq sax e. Yê ku ji nav me çûye Mele Elo ye. Li min negrin!

SEYIDXAN ANTER