Vaye careke din sal zîvirî û meha Çile hat. Meha di 22'ê wê de dewleta Tirk bi lêdan û êşkence di zîndana Amedê de Neco şehîd kir.

Ev çend sal in û bi taybetî salên buhurî Neco bi awayekî layiqê wî li welat û li derveyî welat bi çalakiyên corecor tê bibîranîn.
Necmeddîn Buyukkaya hêja, qehreman û semboleke neteweyî û Kurdistanî ye.
Ew ne yê çend kesên nêzîkî xwe, belê yê me gişan e, yê gelê kurd e bi her perçe, zarava, ol û mezhebên xwe.
Min Neco ji sala 1972'an û pêde nas dikir. Wê demê ez li Pragê bûm. Neco û Emer Çetin ji ber bûyera Şivan û Seîd Elçî di ser Başûrê Rojavayê welat re xwe gihandibûn Çekoslowakya.
Demekê em bi hev re li Yurda 'Podoli' di heman odê de man. Wan dixwest li Çekoslowakya bimînin.
Hikûmeta Gustav Husak rê neda. Giş hewlên me ji bo mana wan mîna tîrên li tehtê kevin li me vegeriyan.
Niwênerê Xalid Begdaş, Sekreterê Partiya Kominîst li Çekoslovakya Mihemed Elî Eyûbî, ku gotina wî li ba deshelatdarên Prag heq dikir û ji ber em xwendevanê heman zanîngehê û heman polî bûn, hevaltiyeke me hebû, bi xwe jî jidil hewil da bibe alîkar, belê mîna ku Kurd dibêjin lingên wî jî toz negirtin.
Dawî me; Kurdê Rojhilat Mihemed Mihtedî, yê Rojava Cûma Seîd û ez me ew rêkirin Siwêdê.
Di bîranînên xwe de Neco behsa van rojan dike.
Cara piştre me hev li Kongreya Berlinê Kongreya Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa dît. Sala 1973 bû.
Cara sisyan dema li Upsala em hatin ba hev êdî ne şaş bim dawiya havîna 1974'an bû û ew di nav amadekariyên vegera welêt de bû.
Berî şehîd bikeve jî payîza 1979'an li Amedê, di apartmaneke çendqatî de, li qatek ji yên jor de em hatin ba hev.
Ne ji zû de ji rojhilatê Kurdistanê vegeriyabû Neco, bi enerjî û moral bû.
Dûr û dirêj behsa şoreşa Rojhilat kir. Wek her car hêvîxwurt, dilgeş û perspektîfzelal bû. Şehadeta Neco di şeveke sar û nebixêr de; di Çileyê 1984'an de, li Nisêbînê, li cîhekî ne ewle, em ne bi tenê, li ser maseyeke dukesî, Silêman Demîr bi dengekî zîz, xemgîn û nebilind ji min re got.
Êşa Silêman, liberketina wî ez jî rapêçam; ne deqîqeyekê, çend bêhnikên dirêj ne ji min û ne jî ji wî gotin çênebû, hêsirên me xwe bi nava me de, nexwiya û nepenî berdan, serberjêr bûn...
Hevalê Neco di wateya temam de şoreşgerekî bênavcî, alahilgirekî doza neteweyî, demokrasî û wekheviyê bû.
Ne sînor naskirin û ne jî dijwarî û asteng. Bi gotineke Kurdiya nav xelkê, sînor 'kirin xira ga', binpêkirin. Ne bîranînek û çend bîranîn, belê peyker, roman û filîm jî heq kirine Necoyê me. Bila serê hevala wî, malbat û glê wî saxbe.
Cihê wî buhuşt be.

MÎRHEM YÎGÎT