Îro roj jin, ciwan, kal û pîr radihêjin çekên xwe yên tazî û mala xwe, taxa xwe, bajarê xwe û welatê xwe diparêzin. Li hemberî hemû êrîş û fetwayên qirêj kurdên ku devê wan, dilê wan û mêjiyê wan ji şerbeta azadiyê tehmijine, gotin li cih be rabûne pêdarê. Êdî kesek nikare serê hepsê azadiyê li hefsaran bixe. Wekî hespeke seglawî li meydana ku hêzên hegemonîk ji bo hepsên xwe kiribûn qada pîkolê hepsên azadiyê dibezin. Çirsûka 15’ê Tebaxê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê îro roj hatiye tacîdarkirin.
Gelê kurd ê ku xwedawendên vê serdemê ji bo zewq û berjewendiyên xwe li ser çarenûsa wan tehakûmê dikir bi saya vê felsefe û şoreşê êdî nikarin fortan li ser serê tu kurdekî/e azad biavêjin. Gelê kurd bi şoreşa xwe ve pozê wan firikandiye. Lê helbet di her demên dîrokê de çawa ku kes û kûsên xwestibûn bihuşta ku mirov bi destê xwe afirandine vegerînin dojehê îro roj jî di şexsê Rojava de tê xwestin ku bihuşta ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd hatiye afirandin vegerînin dojehê.
Duh Ebrehe dixwest bi artêşa xwe ya fîlan ve bi ser ‘beyt’ê de bimeşe û ‘beyt’ê di bin piyên fîlên xwe de bi erdê re dêm û dûz bike. Lê çibû. Bila çeteyên ku di bin navê ola Îslamê de fetwayên helalkirina mal û canê kurdan didin bizanibin ku kurd jî ewdê wî Xwedayê ne ku ji bo parastina ‘beyt’a xwe artêşek ji teyrên ebabîl rê kir ser Ebrehe û artêşa wî ya ji fîlan.
Gelê kurd ê rojavayê welatê min jî wekî wan teyrên ebabîl li hemberî Ebreheyên îro û artêşa wan a ji fîlên hesinî ji bo parastina hemû nirxên xwe û ‘beyt’ên xwe şerekî bêeman dimeşînin û li ber xwe didin. Çîroka Ebrehe çîrokeke xwedî wateyên kûr e ji ber vê yekê kesên ku li hemberî heqîqetê şer dikin divê ku ji vê çîrokê dersan derxînin.
Duh çawa ku Ebrehe û fîlên wî li hemberî teyrikên ebabîl têk çûn, ew ê çeteyên ku li fîlên hesinî siwar bûne û bi ser ‘beyt’ên kurdan de dimeşin jî ew ê li hemberî teyrên ebabîl ên îro ango şervanên YPG û YPJ’ê têk biçin. Lazim eku em bi ruhê 15’ê Tebaxê li hemberî Ebreheyan li cem teyrên ebabîl cihê xwe bigirin.
Franz Fanon di tespîteke xwe de ji bo civakên bindest dibêje ku dema ku bindest li hemberî serdestan têdikoşin guleya yekem berî xwe didin. Berî newêrekiya xwe, berî bindestiya xwe didin. Piştî guleya yekem êdî ew bindestî nayê qebûlkirin. Em bi van hestan 15’ê Tebaxa ku bûye bingeha Şoreşa 19’ê Tîrmehê di serî de li gelê Rojava yê têkoşer û hemû gelê kurd pîroz dikin.
REMEZAN OLÇEN
Nirxandin: Teyrên ebabîl û eshabên fîl