Divê nirxandina helbestê li gorî cih, dem û mercên tê de were kirin. Di van rojan de gelek kes li ser helbestê dipeyîvin û hin canig û camêr jî dinivîsin. Hin kes nirxandin û rexneyên xwe bi awayekî tûj jî dibêjin.

Berî du rojan nasekî, kurtehelbesteke ku helbestnivîsekî nivîsandibû şande ser maila min. Pişt re telefonî min kir û pirsî ka min helbest xwend an na. Li benda bersiva min nesekinî û yekser pirsî. “Te çawa dît?“ Berî ez tiştekî bêjim. Dîsa wî got; “Bi navê helbesta azad helbesta kurdî perîşan kirine.“ Ji helbesta yekî/e din çend rêzik xwendin û got; “tu bi xwedê bike, çî awayê gotina van peyvan helbest e?“

Tiştê ku xwendî rastibû, ne awayê bikar anîna peyvê di helbestê de bû. Ew peyv bi wî awayî mirov dikare di axaftina rojane de bi kar bîne. Di romanê de, di çîrokê de û wekî din. Tenê divê di helbestê de neyêne bikar anîn. Ne sembol di wan de hebû, ne mûzik û ne ahenga deng hebû. Dîsa pirsî, “îcar ka bêje, ev çawa helbestvan in? Van gotinên bêwate li ser facebooka xwe belav dikin û hin kes li bin wan dinivîsin dest û hestên te xweş be ji bo vê helbesta hêja. Tu dikarî ji min re bêjî, çi ji van peyvan helbest e?“

Kesên ku mijûlî helbestê ne, divê zanibin ku helbest naye komkirin, tê nivîsandin. Mirov peyvekê ji wir û yekê ji vir bigire û wan bîne gel hevûdu, ew peyv nabin helbest.

Gelek rexneyên ku camêr digotin rast bûn. Lê ji ber hêrsa xwe bi rastgotinên xwe re înkara hemû helbestên ku têne nivîsandin dikir. Ne wisa mirov ji ber hêrsbûna xwe helbestên ku tên nivîsandin nebîne. Ne jî weke hin kesên gotinên xweş dinivîsin, mirov ji wan re bêje helbest. Divê di roja îro de jî, nirxandina helbestê bi hêminî û aramî were kirin.

Li hemû deman li nav herikîna dîroka helbestê, nîrxandin, nasandin û rexneyên cuda cuda hatine kirin. Li her demê jî bersivên cuda hatine dayîn. Her bersivek bûye xelekek din a zencîra pirsan. Dema ku mirov yeko yeko li van bersivan dinêre gelek caran mirov dijayetî û nakokiya wan a li hember hev dibîne.

Lê her yek ji van nirxandin û bersivan aliyekî din ê helbestê derdixe holê. Ev pirs û bersiv wisa dikin ku mirov çêjekê bi zanîn ji helbestê bigire. Mirov li ser raman, hest û pêhesîna helbestê bihizire.

Zane û hezkiriyên helbestê bi rexne û nirxandinên xwe, mirov dibin kûrahiya aliyên ku didine nasîn. Ev jî, ji helbestê re dibe dewlemendiyek û mirovan li nav van derbirînan digerênin.

Di helbestê de pêhesîn rastiya riya tesewirê ye, ne mimkun e ku pêhesîn û derbirîn ji hevûdu cuda bin. An jî sembol û ahenga mûzîkê di helbestê de ji hevûdu cuda bin. 
Mirov bi berdewamkirina jiyanê ya ku navê wê kirin dîrok, ramanên nû afirandine û hestên nû kom kirine. Bi wan re nêrînên nû li ser jiyanê û wêje jî çêdibin. Wê demê mirov nikare bêje ku danasîn, nirxandin û rexne nayên guhartin. Li gorî cih, demê û mercên tê de, têne kirin. Her tiştê hêja û nû, bixwaze an nexwaze qîmeta ya berê dixe. Her tiştê nû pêlî pişta ya li pêşiya xwe kiriye û wisa xwe daye pejirandin. Ji ya berî xwe sûd wergirtiye, ew ji xwe re kiriye bingehê zanîna pêşî. Her tiştê nû, zayîna ya pêşiya xwe ye. Zanîna hûnandina helbestê jî, zaroka ya berî xwe ye.

Nirxandinên zaneyên helbestê çiqasî ji hev cudabin û her yekê aliyekî helbestê girtibê jî, hemû berdewama hev in. Bi awayekî diyelektîkî bi hev ve girêdayî ne. Rexne û danasînên helbestê jî weke ku Benedetto Croce ji bo ziman û ramanê kirî: “Ziman weke kaxizê ye. Raman rûyekî kaxizê be, deng jî berevajiyê wê ye. Ku berevajiyê kaxizê jê nebe, rûyê wê jî jê nabe.”

Herwiha ne deng ji ramanê û ne jî xeyal ji deng cuda dibe. Ev pirs û bersivên ji bo helbestê, heta vê gavê hatin kirin jî, ji hev ne cuda ne. Her yek rûyekî helbestê ye.

Ne weke camêrên ku hemû helbestên têne nivîsandin înkar kirin û ne jî weke hin kesên ku bi kurdî nizanin lê pesnên helbestvan didin.

Helbestnivîs divê karibe hestên kêliyê bi zimanê helbestê bîne ziman. Xwendina helbestê bi mirovan xweş bike û di wê têgehiştinê de be ku ne tiştekî ku herkes dikarê binivîse, dinivîse. Ew bi zamanê ku herî zêde li hev hatî û bi zimanê mûzikê dinivîse. Heke bi vê zanîne li ser nivîsandina helbesta xwe bisekine û bi roja li ser awayê bi cihkirina peyvan bihizire dê di dil û mêjiyê xwendevanan de cih bigire.