Li seranserê Rojava, Cejna Qurbanê bû minasebeta nîşandana dilsoziya bi doza şehîdan re. Xelkê Rojava û Bakurê Sûriyê piştî nimêja cejnê weke karê pêşî berê xwe da goristanên şehîdan.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê doh di Cejna Qurbanê de piştî merasîma cejnê, çawa ku ji rêûresmê ye, bi hezaran berê xwe da goristanê şehîdan û kulîlk danîn ser gorên şehîdan.

Doh roja yekemîn a Cejna Qurbanê bû. Şêniyên herêmên Cizîr û Firatê piştî nimêja cejnê, tevî şervanên YPG, YPJ, QSD, Asayîş, rayedarên Rêveberiya Xweser û Bakurê Sûriyeyê çûn goristanên şehîdan. Li goristanan, gel ji aliyê şervanên YPG, YPJ û endamên meclisên malbatên şehîdan ve hat pêşwazîkirin.

Roja cejnê li gel şehîdên xwe bûn

Xelkê Qamişlo û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişlo, Goristana Şehîd Îsmaîl a li navçeya Amûdê, Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê, Goristana Şehîd Xebat a herêma Dêrikê û goristana şehîdan a navçeya Til Hemîs kir.

Li goristanan gul û kulîlk li ser gorên şehîdan hatin danîn. Piştre hinan Quran li ser gorên şehîdên xwe xwend, hinan gul û kulîlkên li ser goran av dan. Her wiha hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer û seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed tevî gelê Qamişlo serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kir.

  [gallery ids="126511,126510,126509,126507,126505,126504,126503,126502"]  

Li kantona Hesekê jî xelk çû goristanan

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê û rayedarên wê jî, serdana Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê, Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li Dirbesiyê û goristana şehîdan a Şedadê kir.

Li goristanan şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê merasîmên eskerî li dar xistin û piştre gul li ser gorên şehîdan hatin danîn û Quran hat xwendin.

Bi saya serê wan aramî û aştî heye

Xelkê kantona Girê Spî jî piştî nimêja cejnê, berê xwe da Goristana Şehîd Mehmûd Tema. Li  goristanê piştî bibîranîna cangoriyên azadiyê, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, Hesen Îbrahîm axivî û bal kişand ser rol û berxwedana şehîdan di pêkanîna aramî û aştiyê li Bakurê Sûriyeyê de. Di dawiyê de, Meclîsa Malbatên Şehîdan şîranî li gel belav kir.

Li goristanê cejna hev pîroz kirin

Li Kobanê jî piştî nimêja cejnê li mizgefta Sûfiyan, gel tevî endam û rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê berê xwe da Goristana Şehîd Dîjle ya aliyê başûrê Kobanê û Goristana Şehîdên Komkujiya 25`ê Hezîranê ya aliyê rojavayê bajarê Kobanê û Goristana Komkujiyê ya li gundê Berbotanê. Li goristanan xelkê cejna hev pîroz kir.

Li Efrînê goristanên şehîdan xera kirin

Li Şehbayê malbatên şehîdan, şêniyên kantona Efrînê û herêma Şehbayê û endamên saziyên civaka sivîl û hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, Hediye Yûsif, serdama Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê kir.

Li goristanê Hediye Yûsif peyivî û got, “Şehîdan ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Cejn bi aramî û kêfxweşiya di navbera mirovan de ye û çênabe xwîn were rijandin. Lê îro em dibînin li Efrînê dagirkeriya Tirkiyeyê tiştên nemirovî wekî kuştin û revandinê li dijî sivîlan pêk tîne. Her wiha goristanên şehîdan ên li Efrînê wekî Goristana Şehîd Avesta Xabûr dirûxîne, ev yek jî li dijî mafê mirovan e.“

Li Reqa, Dêrazor û Tebqayê şehîdên xwe bi bîr anî

Li Reqa, Dêra Zorê û Tebqayê jî cejn li goristanên şehîdan hat pîrozkirin. Şêniyên herêma Tebqayê, şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û fermandarên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundir û Partiya Sûriyeyê ya Paşerojê piştî nimêja cejnê, serdana goristana şehîdan a li Tebqayê kir.

Li goristanê, piştî ku Fatîhe hat xwendin, gel cejna hev pîroz kir û şîranî li hev belav kir.

Li Reqayê jî, hevserokên Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebd Hamid El-Mehbaş û Leyla Mustefa û endamên meclîsa herêmî, malbatên şehîdan û şervanên QSD`ê serdama goristana şehîdan a li El-Hikûmiyê kir.

Li goristanê, şervanên QSD`ê ji bo bibîranîna şehîdan merasîmeke eskerî li dar xist. Piştre, Ebd Hamid El-Mehbaş axivî û cejna Qurbanê li dayikên şehîdan pîroz kir. Piştî dûrişmên ʺŞehîd namirinʺ, şervanên QSD`ê cejna malbatên şehîdan pîroz kir û gul li ser gorên şehîdan danîn.

Li bejahiya rojhilat a Reqayê jî, piştî nimêja cejnê, gel serdana goristanan kir û gul danîn ser gorên wan.

Li bejahiya rojhilat û rojava ya Dêra Zorê jî, gel tevî malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û şervanên QSD`ê serdana Goristana Şehîd Hanî Hesen a li herêma El-Bisêra kir û gul û kulîlk danîn ser gorên şehîdan.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Dagirkeran cejn nehiştiye

   

Bi minasebeta Cejna Qurbanê, şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) danê sibehê çûn serdana goristanê. Welatiyan dua li ser miriyên xwe xwendin û piştre li Saziya Malbatên Şehîdan civiyan.

Li wir, Hevserokê Meclîsa Gel, Huseyîn Kara axivî û got, “Em di serî de cejnê li Rêberê xwe, şehîdên şoreşê, şervanên azadiyê û girtiyên azadiyê pîroz dikin. Cejn roja xweşî, hevkarî, alîkarî, hezkirin û aştiyê ye. Cejn roja bi dawîanîna li mirin û kuştinê ye.”

Her tim bi xemgînî pîroz dikin

Kara di dewama axaftina xwe de got, her çiqas gelê Kurd dilsozê xaka xwe be jî, li ser xaka xwe cejnê bi kêf û xweşî pîroz nake, û wiha pê de çû: “Her tim bi xemgînî pîroz dike. Sedema vê jî dijminên xwînmij, dagirkerên zordest in. Cihê vê zilmê di Îslamiyetê de nîne. Dewleta Tirk a dagirker Îslametiyê bi rengekî çewt bi kar tîne. Li ser gelên mazlûm dagirkeriya xwe ferz dike.”

 

ROJNEWS / MEXMÛR