Omerê Xawer yek ji sembolên komkujiya Helebce ye; xaniyê ku Omer û zaroka di hembêza wê de li ber deriyê wê hatibûn qetilkirin, weke yek ji belgeyên komkujiyê heya roja me ya îro dimîne. Lê niha xaniyê Omerê Xawer bi mezadeke eşkere tê firotin. Bi salane xanî wek xwe maye, her çendî ku xwediyê  xanî bi xwe nemaye, lê xanî ji bo firotinê hatiye diyarkirin. Niha xwediyê xanî welatiyê bi navê Enwer Heme Salih e. Enwer da zanîn ku ew jî dixwaze xanî wek semboleke bajêr bimîne û bibe milkê hikûmetê. Lê hikûmet ne amade ye xanî ji wî bikire. Şaredara Helebce, Kiwêstan Ekrem jî li ser mijarê got, xwediyê xaniyê Omerê Xawer bihayek diyar kiriye û ew biha zêde ye: “Halê hazir hikûmet nikare xanî bikire. Me daxwaz ji hikûmetê kiriye ku budceyekê ji bo kirîna cihên ku wek belgeyên zindî yên komkujiyê dimînin, veqetîne, lê hikûmetê bi behaneya krîza aborî heta niha pere neşandine.” ROJNEWS/HELEBCE