Jinên Rihayî li Kooperatîfa Mezopotamya ya Jinan ku wan ava kirin, hem hildiberînin û hem jî berhemên xwe difiroşin û debara xwe dikin. Jinên ku berhemên xwe di bazarên hundir û derve difiroşin, 2 sal beriya niha di çarçoveya projeya 'Kîlera jinê' ya bi hevkariya Komeleya Şêwirmendiya Mala Jinan û Yekitiya Ewropayê de bi 40 jinan de salekê perwerdehiyên cuda hatin dayîn. Veşartina zaxûreyan, parastin û firotina wan, tenê çend beşên perwerdehiyê ne. 7 Jin piştî ku proje xilas bû, ji bo dîsa nevegerin nava malê û debara mala xwe bikin kooperatîf vekirin. Jin di Kooperatîfê de ji îsota binavûdeng a Rihayê û zebzeyên zuhakirî yanî bîber, bacanên reş, qundir rêçal, tirşî û selçe çêdikin. Ji sazkarên Kooperatîfê Turkan Sucu diyar kir ku tengasiya herî mezin a ew dijîn baca 2 mehan carekê divê bidin e û anî ziman ku rêveberiyên herêmî tu alîkariyê nadin wan.
Sucu anî ziman ku di dema hilberînê de ew gelekî hessas nêz dibin û got; "Em hemû berhemên xwe di aşxaneya Kooperatîfê de çêdikin. 7 Jinên ku Kooperatîf ava kirine seranserî jiyana xwe di malê de derbas kirine. Me jî bi projeya 'Kîlera Jinê' pîşeya ku em ne biyaniyê wê bûn derxist asta herî berhemdar. Me xwest em pîşeya xwe pêşve bibin. Bêgûman heke komeleyê piştgirî nedaba me me nedikarî em Kooperatîfê vekin. Em hînî vê yekê bûn, heke em jin bixwazin dikarin biser bikevin." Sucu anî ziman ku 7 jinên ku xwedî çîrokên cuda di projeyekê de xebitîn û wiha axivî: "Di nava civakê de digotin, 'ew jin in, tenê dikarin zarokan biwelidînin. Nikarin tişteke din bikin. Me jî li vê derê bi xebatên xwe re kêm be jî ev zihniyet şkênand."
Ji sazkarên Kooperatîfê Canan Kanyagdi jî wiha axivî: "Min dixwest ez bixebitim. Lê hevserê min û malbata wî ji min re digotin tu jin î, rûnê cihê xwe. Destûr nedan ez bixebitim. Lê piştî xebatên 'Kîlera Jinê' baweriya min bi min hat. Min ji xwe re got, 'Ez jin im, dixwazim û dê bikim' û her wiha tevlî vekirian kooperatîfê bûm. Niha hevserê min û malbata wî li pêşiya min astengiyan dernaxînin. Wan jî dîtin ku jinek dikare bixebite." Kanyagdi destnîşan kir ku tengasiyên wê yên aborî hene û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Bazara ku em berhemên xwe lê bifiroşin nîn e. Wekî Kooperatîf em 2 mehan carekê baca sabotajê didin. Lewma me hê karûbarê xwe komîserhev nekiriye."

RÛKEN ŞEHÎR / DÎHA/RIHA