Li Nisêbîna ku starta meşê îro wê were bê dayîn hemû amadekarî hatin temamkirin. Bi sedan jinên ku ji çar aliyên cihanê bên dê tevli meşa di 6-7’ê Adarê de dest pê bike bibin. 500 jinên ku dê bên Nisêbînê jî dê li navçeyê li cem malbatan bimînin. Li navçeya ku dê meş bê lidarxistin de rê hatin amadekirin, xebatkarên KJA’yê kolan bi kolan, tax bi tax, mal bi mal digerin û jinan têkîldarî meşa jinan agahdar dikin û bangawaziyê dikin. Jin belavokên ku bi kurdî, suryanî, erebî, tirkî hatine amadekirin jî bi def û zirneyê bi meşê belav dikin.
MÊRDÎN