"Kurdistan dê wekî Kurdistanî bijîn. Hêza tu kesî nabire ku ev mafê mirovatiyê ji destê me bigire. Nisêbîn Kurdistan e û dê wekî Kurdistan bimîne. Ji ber vê yekê çand û hunera me Kurdistanî ye."
Navenda Çanda Mîtanî ya Şaredariya Nisêbînê 5'emîn çalakiyên "Şevên Hunerê" ya bi dirûşima "Hunera Mîtannî di Nisêbîna Rengîn de diherike!" li Parka Cegerxwîn li dar xist. Di çalakiya ku gel eleqeyek mezin nîşan da de Koma Lîstîkên Gel a Mîtannî, şano, Demhat Botan û Koma Nîştiman derket ser dikê. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji ber navê Cegerxwîn dane vê parqê nehatiye qebûl kirin.
Gokkan got, "Qamişlo çawa dixwaze bijî, Amed çawa dixwaze bijî bila wisa bijîn" û diyar kir ku kes nikare ji Enqereyê gelê Kurd wekî koleyê dewletê bibîne. Gokkan destnîşan kir ku Kurd ji bo dê çawa bijîn li gotinên Serokwezîr Erdogan nanêrin û wiha got:" Kurdistan dê wekî Kurdistanî bijî. Ev mafê mirovatiyê ye. Hêza tu kesî nabire ku ev mafê mirovatiyê ji destê me bigire. Nisêbîn Kurdistan e û dê wekî Kurdistan bimîne. Kes nikare vê biguherîne. Heke gotina Kurdistanê sûç be, em vê carekî din dibêjin. Nisêbîn Kurdistan e. Ji ber vê yekê çand û hunera me Kurdistanî ye."
Piştî axaftinan beşdaran li ber muzîkê govend gerandin. Çalakî bi coşekî mezin bi dawî bû. 

MÊRDÎN