Şaredariyê di çarçoveya projeyê de xebatên tespîta rewşa Keşîşxaneya Mor Yuhanon û tescîla avahiya bi stûn a Bazinê Taqa ya li qada mayînan dest pê kir. Şaredariyê di çarçoveya projeya parastina çandê de dest bi setpîta rewşa Keşîşxaneya Mor Yuhanon a 5 kîlometre dûrî Bajaroka Girê Mîra ya Nisêbînê û avahiya bi stûn a "Bazinê Taqa" ya li qada mayîn kir.  Keşîşxaneya Mor Yuhanon, li ser çiyayê bilind ê Tur Abdin hatiye avakirin. 45 deqîqe dûrî Dêra Mor Avginê ye. Hêj wê xweşikahî û bedewiya xwe diparêze. Piştî xebata Şaredariya Nisêbînê û Midûriyeta Parastina Çandê ya Amedê li bendê ye ku ev warê dîrokî bê tescîlkirin. 

 DÎHA/MÊRDÎN