Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Nisêbînê bi rengekî girseyî hate vekirin. Namzetên HDP'ê li merasîmê axivîn û wan got, serketin nêzîk e.
Li taxa Bariş a Nisêbînê, ku di dema êrişên dewleta Tirk ên li dijî xwerêveberiyê de bi destê dagirkeriya dewleta Tirk bi temamî hate hilweşandin, buroya hilbijartinê ya HDP'ê hate vekirin.
Beriya merasîma vekirinê, girseya gel li pêşiya navçeyê civiya û tevlî karwanê HDP'ê bû. Namzetên HDP'ê li nava kolanên Nisêbînê bi nîşaneyên serketinê, çepik, tilîlî û dirûşman hatin pêşwazîkirin.
Serketina me têkçûna faşîzmê ye
Li ber buroya hilbijartinê jî bi hezaran kes civiyan. Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Nisêbînê Ferhat Kût, Semîre Nergîz û namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk tevlî merasîma vekirina buroyê bûn.
Nergiz di destpêka merasîmê de axivî û got, "Bi coş û kelecana gel û ciwanên vî bajarî, em ê di hilbijartinê de bi ser kevin."
Namzet Kût jî anî ziman ku hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji bo wan xwedî wateyeke cuda ne û got, "31'ê Adarê ew roj e ku li dijî hêzên ku îradeya gel ji destê wan girt, îradeya gel ji nû ve bi cih were anîn. Serketina me wê bibe têkçûna AKP û MHP'ê."
Silav li çalakgeran
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ahmet Turk jî bi bîr xist ku Leyla Guven 110 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li gelemperiya dinyayê. Turk çalakger silav kirin.
Turk diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke zehmet de ye û got, "Niha lîstikên gelekî qirêj tên lîstin, lê belê gelê me wê di hilbijartinê de bersiva herî baş bide van lîstikan. Qeyûm li şaredariyên me tayîn kirin. Em ji vê derê ji dîktatoran hemûyan re dibêjin, em ji AKP'ê re jî ji qeyûman re jî dibêjin 'na'.
Em ê van lîstikan hemûyan têk bibin û bigihêjin armanca xwe. Ne tenê Nisêbîn, divê gelê Kurdistanê bi temamî ji bo paşeroja gelê Kurd xwe amade bike. Em dibêjin, 31'ê Adarê roja me ye."