Niştimana biçûk li Binarê Qendîlê bi malbata xwe desteka manevî dide çalakvanên mertalên zindî.
Malbatek ku di dema Berxwedana Serdemê ya Efrînê de berê xwe dabû Rojava û Efrînê, niha li kêleka çalakiya mertalên zindî ye.
Çûbû Efrînê jî
Di nav vê malbatê de Niştimana e 3 salî bala mirov dikişîne. Niştiman di dema berxwedana Efrînê de li gel malbatê çûbû Efrînê. Niştimana biçûk her çiqasî tiştek ji wan bûyeran fêm nekiribe jî, wekî hemû zarokan hestên xwe yên azad, bi helwêst û rûkeniya xwe nîşan daye. Li ser lênuska xwe bi hestên zarokatiyê resmên şervanên azadiyê xêz kirine.
Bûye çavkaniya moralê
Niştiman niha jî bi malbata xwe re li Binarê Qendîlê ev hefteyeke li gel ciwanên ku çalakiya Mertalên Zindî daye destpêkirin, disekine. Niştiman li vir bûye çavkaniya moralê ya Mertalên Zindî. Li vir jî di destê wê de lênusk, dîsa wêneyan xêz dike.
Malbat û Niştimana biçûk, bi vê helwêsta xwe di heman demê de peyameke watedar dide û girîngiya xaka azad ji bo mirovan vedibêje.
Belkî jî vê helwêsta malbatan herî baş ev benda helbestan a Ebdullah Goran vedibêje; “Kurdistan Niştimanî Can.”
ROJNEWS/QENDÎL