Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo Reqqayê rizgar bikin operasyana “Cenga Mezin” dabûn destpêkirin û operasyon di roja 52’emîn de dewam dike. Li bajêr şerê dijwar diqewime û şervanên QSD’ê gav bi gav bi pêş ve diçin. Berdevka pêngava “Cenga Mezin” Cîhan Şêx Ehmed li ser hesabê twîttera xwe ragihand ku ji sedî 50’ê Reqayê ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.
Mizgefta Mistefa êdî azad e
Bipêşveçûna şervanên QSD´ê li taxa Nezlet Şihadê ya li başûrê bajarê Reqayê, didome. Li hemberî vê bipêşveçûna şervanên QSD’ê ku çete her diçe têk diçin, giraniyê didin ser wesayîtên bombebarkirî û bi vî awayî hewl didin bipêşveçûna şervanan a li Reqayê asteng bikin. Lê belê, şervanan ev wesayîta bombebarkirî îmha kir û gelek çete kuştin. Derbarê kuştiyên çeteyan de hêjmareke zelal li ber dest nîne. Her wiha hate ragihandin ku şervanan herêma derdora mizgefta Mistefa jî bi temamî rizgar kiriye.
Çeteyan êrîşî Kakeyiyan kir
Pêr çeteyên DAIŞ’ê êrîşî mala Hiwam Necmedîn Kakeyî li gundê Lihîb ê Navçeya Daqoq a ser bi Kerkûkê kir. Têkildarî mijarê Fermandarê Pêşmergeyan yê Eniya Daqoqê Elî Bekir ragihand ku di wê êrîşa DAIŞ’ê de dayîkek û keça wê bi awayekî hovane hatine qetilkirin û got, “Dema ku pêşmerge gihiştin cihê bûyerê, hat zanîn ku bav, bira û bûka malê winda ne û bi awayekî aqûbeta wan ne diyar be, revandine.”
Elî Bekir dest nîşan kir ku heya niha çarenûsa wan kesên hatî revandin ne diyar e.
NAVENDA NÛÇEYAN