Her cara ez li berxwedana Sûrê û Cizîrê dihizirim, bivê nevê ha ev gotinên Dilgeş ên ji strana Bagokê di mejiyê min de olan didin «dîrok bi zêr neqişandin». Ha van rojan ku hin mêrxas û jineçê, qehremanên gelê Kurd dîrokê bi zêr dineqişînin, bi mirovî pirr zehmet e ku binivîse. Ma li ber wan ên ku dîrokê dinivîsin û bi ser de jî bi zêr dineqişînin, nivîsandina ez bikim wê şermê û wê de bibe çi!

Ma çawa binivîsim, dema ku xaniyek bi ser canên birîndar de hat xwarê, çi binivîsim dema ku artêşek bi dirûvê zebaniyan xwe bera ser bajarê herî qedîm ên miletên Kurdistanê da? Çawa kirasê mirovatiya xwe neçirînim, dema ku mirovên erkdarên dewletekê bi navê mirov li meydanan bigerin û derew bi xwe jî ji gotinên wan şerm bikin.

Wezîrekî bi navê Bozdag ku haya wî ji edaletê nîne lê erkdarê edaletê ye, dikare yek ji kêm parlemanterên HDP’ê Faysal Sariyildiz bi alîkarî û hewandina «terorîstan» tohmetbar bike û ti evdê Xwedê ranabe, lê venagerîne û nabêje «terorîst tu û heft bavên xwe ne, teres kurê wî teresî». Bi dûvê xwe yê li Enqerê qebqebûyê dike. Miletê Kurd ew dewrên tirsê li dûv xwe hiştin, êdî ne bi Enqerê û ne jî bi artêşa wê ti kes dikare çavên wî bitirsîne. Êdî her kes pê dizane «çend ciwanên me dikarin bi artêşa wê».

Hinek jî van deman rabûne û dibêjin, gelê Kurd «her weha bû, welatparêz û hişyar bû», keysa bi destxistî ya ji bo reşkirina Tevgera Rizgariya Gelê Kurd ji dest bernadin. Her weha bû? Her wêrek bû? Her hay ji xwe hebû, hişyar bû û ji bo mafên xwe têdikoşiya? Ma, belkî tu xurifî yî, lê yên xurifî ne pirranî ne. Li bîra her kesî ye, çawa du cendermeyan bi ser gundekî de digirt. Çêyên eşîran li ber eskerekî destqeydkirî dibûn, qidûmên wan dişikestin, ji ber ku «dûvê wî eskerî heta bi Enqerê diçû». Niha Kurd ne ji serokkomar, ne ji serokwezîr, ne ji serokê fermandariya giştî, ne ji esker û polîs û ne ji wezîr û kizîrê Enqerê ditirse. Kurd ji Bozdag jî natirsin, Stenbol û Enqereya wî jî natirsin. Niha, heke «zarokên me» ji wan çêyên eşîran wêrektir in, bila partiya (qaşo îl-)legal û ya din a legaltir ên Kemal Burkay mesela dev ji siyasetê berdin. Nebêjin, tir li ku das li ku, lewma yê dizane ji xwe dizane. Yê nizane, ez kurt û Kurmancî bibêjim, herçî ku van rojan dikare bi rehetî serê xwe deyne ser balgeh û binive, herçî her kêlî  ne kutekuta dilê wî be ji bo Sûrê, Cizîrê û navçeyên mayî yên Kurdistanê, herçî hewl nede ji bo xêra azadiya bi bendan û xendekan parastî tiştekî bike, bila siyasetê neke. Ji xwe heke «Kurd» e, bila nebêjê ez mirov im jî, lewma heke ew mirov e, ya li Cizîrê di bin xaniyê herifî de hedimî ew bi xwe ye. Ji be ku pirr zehmet e ku qehremanên li wir li ber xwe didin û em ên mayî em weke yek cureyê zindiyan werin terîfkirin. Jixwe xemsarên di nav me de û ew qehreman qet nabe yek cure bin.

Ha di vî halî de nivîsîna min jî nivistina min jî weke karekî heram e; ji ber wê jî yê hedimî ez bi xwe me, wijdanê min qebûl nake ez vî navî li xwe nekim piştî ku min guh da hewar, qîrîn û sloganên birîndarên Cizîrê.