Hesenê Hecîsilêman di heman demê de berpirsyar û kedkarên rojnemaya Jiyana Kurd û Kovara Nûbarê bû. Her wiha Hesenê Hecîsilêman endamê Yekitiya Rojnameger û Nivîskarên Qazakîstanê û Navenda Pen a Kurd ê bû.
Rojnameger û Helbestvanê Kurd Hesenê Hecîsilêman yek ji wan kesan bû ku bi madalyaya zêrîn a bi navê ‘Yekitî’ hate xelatkirin. Hêjayî gotinê ye ku ev xelat, ji bo wan kesan tê dayîn ku xizmeta çand, biratî, dostanî û bihevrebûna gelen li Kazakstanê dijîn dikin.
Hesenê Hecîsilêman ki ye?
Hesenê Hecîsilêman bi eslê xwe ji Birûkiyên Wanê bû. Malbata Hecîsilêman piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd, wekî bi hezaran malbatên Kurdan berbi Ermanîstanê ve hatin sirgûnkirin. Hesenê Hecîsilêman, ku navê wî ye rastî Hesenê Mihê Hecî Silêman e, di sala 26’ê Mijdara 1951’ê de, li gundê Taytanê nehîya Araratê, li Komara Ermenistanê ji dayik bûyê. Hesenê Hecîsilêman piştî salên 90î, di serdema şerê Qerebaxê ê ku di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de pêkhat, dîsa bû koçber û vê carê berê xwe da paytaxta Qazakîstanê Almatiyê û li wir ci cîh bû. Di nav Kurdên Qazakîstanê û Sovyeta Berê de bi welatparêzî û Kurdewariya xwe dihat nasîn û di komele û dibistanan de dersa Kurdî jî dida zarokên Kurdan.
Hesenê Hecîsilêman cara yekem di sala 1995’an de berhevoka xwe ya helbestan bi navê pirtûka “Dilê Min” dide çapkirinê. Di sala 1996’an de pirtûka xwe ya duyem bi navê “Hesreta Welat” dide weşandinê û “Riya emir” jî pirtûka wî ya dawiyê bû. Du meh berê nivîsa Hesenê Hecîsilêman a bi navê "Sirguna Kurdên Qazakîstanê" weşiya bû.
ALMATÎ