Ehmed Şerîfî, zêdeyî nîv sedsalekê bû ku çalakiyên çandî û nivîskî pêş dixist. Demekî di televîzyona Mihabadê û di beşa Kurdî ya radyoya Kirmanşanê û kovara Sirwe de kar kir.
Nivîskar Şerîfî, zêdeyî sedan babetên nivîskî di warê rojnamegeriya Kurdî û dîroka Kurdistanê de tomar kirine. Wî çendîn pirtûk jî piştî oxirkirina xwe bi cih hiştin.
Beriya niha bi çend rojan jî nivîskare Kurd Ehmed Qazî ku ji Mihabadê bû, li nexweşxaneyeke paytexta Îranê Tehranê koça dawî kir. Qazî ji nivîskarên binav û deng ê wêjeya kurdî li rojhilatê Kurdistanê bû ku bo heyamê 17 salan sernivîskariya kovara“Sirwe”bi stû girtibû.
MAHABAD