Nivîskar Wîdad Nabî ya ji Rojavayê Kurdistanê, ya rastî ji bajarê Kobanê ku niha li Berlînê penaber e, bursa Nivîsandinê Dewam Bike ya Foerderverein Wiesbadener Literaturhaus Villa Clementine e.V. (Komeleya Teşwîkkirinê ya Mala Wêjeyê ya Wiesbadenê Villa Clementine) distîne. Ew ê 28´ê Mijdarê li Literaturhaus Villa Clementine (Frankfurter Straße 1) saet 19:30´î encamên xebatên xwe yên nivîsandinê pêşkêş bike. Moderasyonaê vê êvarê jî wergêr Larissa Bender dike.

Wîdad Nabî bi vê bursê wê 3 mehan li Wiesbaden bimîne û bêyî bê acizkirin li ser projeyeke edebî kar bike. Di encamê de tişta derket holê jî Larissa Bender wê wergerîne Elmanî. Wîdad sala 1985´an li Kobanê hatiye dinê û heta niha du pirtûkên wê bi Erebî derçûne. Wekî din bi Ingilîzî, Fransî û Elmanî jî gelek nivîsên wê hatine weşandin.

Beşdariya vê xwendinê bê pere ye, lê ji bo fînansekirina bursê, ji dilê kî çi tê, dikare bibexşîne.

WIESBADEN