Nivîskaran hemûyan berde
PENa Kurd bang li hikûmeta Tirk kir da ku dev ji zilma xwe ya li dijî rojnamevan, rewşenbîr û nivîskarên Kurd berde û dîlgirtiyan tavilê berde. Ji bo ku bêhtir zext li hikûmeta Tirk bibe, PENa Kurd peywendî bi PENa Navneteweyî re jî daniye.
PENa Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bal bire ser girtinên nivîskar û rojnamevanên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê û got; “Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin, tavilê nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Kurd berde. Em wek Navenda PENa Kurd, vê rewşê pirr bi dilêşî dişopînin û ji bo dawîanîna li vê zilm û zordariyê, em bi PENa Navneteweyî re di nava têkiliyê de ne.”
PENa Kurd got, “Li Tirkiyeyê rewşenbîrî û rojnamevanî di bin xetereke mezin de ne. Bi taybetî pêkutî û êrişeke mezin li dijî nivîskar û rojnamevanên Kurd heye. Ligel ku beşa mezin a çapemeniyê ketiye destê desthilatdaran û li ser înternetê jî sansur tê kirin, çi kesê/a ku behsa heq û hiqûqê dike, tê girtin, êşkence lê tê kirin û bi salan cezayê girtîgehê lê tê birîn. Îro bi sedan nivîskar, rewşenbîr, siyasetvan û rojnamevanên Kurd di hepsan de ne.”
Cezayên giran li nivîskaran birrîn
PENa Kurd bi bîr xist ku dewleta Tirk li dinyayê di warê binpêkirina mafên mirovan de serî dikişîne û wiha dewam kir: “Ligel ku ti caran ev pêkutî û êrîş ranewestiyane û bi awayekî sîstematîk her û her domiyane; bi taybetî van çend rojên dawîn, di serî de saziyên jinan, saziyên rewşenbîrî, ziman û çandî, gefên giran li xebat û saziyên sivîl tên xwarin, êrişan tînin ser xebat û saziyên sivîl û hewleke mezin a krîmînalîzekirina saziyên sivîl ên ku bi destên Kurdan hatine avakirin, heye. Bi van êriş û desteserkirinên wek polîtîkayeke giştî tên sepandin, herî dawiyê jî bi tawanên giran û ji dadweriyê dûr cezayên giran li nivîskar û rojnamevanên Kurd hatin birrîn. Li endamê Komîteya Aştiyê ya Navenda PENa Kurd Feratê Dengizî 10 sal, Bahaddîn Robar 8 sal, Mîrza Ronî 7 sal, Adîl Başaran jî 7 sal cezayê hepsê hat birrîn.”
Nivîskar û rojnamevanên din jî hatin girtin
Navenda PENa Kurd bal bire ser serdegirtinên 26’ê Hezîranê jî û wiha dewam kir: “Gelek kes hatin binçavkirin ku di nava wan de endamê Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya Navenda PENa Kurd wergêr û nivîskar Adîl Qazî (Adîl Ercan), xwedî û berpirsiyarê Weşanxaneya J&J’yê Azad Zal (Mehmet Gungormuş), nivîskar Mehmet Devîren, nivîskar Brahîm Xelîl Taş, nivîskar Nesrîn Navdar (Nesrîn Şanli), lêkolîner Suphî Îzol û rojnamevan Ayşe Kara jî hene.
Em wek Navenda PENa Kurd, vê rewşê pirr bi dilêşî dişopînin û ji bo dawîanîna li vê zilm û zordariyê em bi PENa Navneteweyî re di têkiliyê de ne.”
PENa Kurd got, “Ti dewlet, ti rêxistin û ti tevger bi zirardayîna mirovahiyê bi ser neketiye” û bang li rayedarên hikûmata Tirk kir da ku dev ji “neheqî û bêhiqûqiyê” berde û “demildest nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên dîlgirtî hemûyan berde.” NAVENDA NÛÇEYAN