Cibran Xelîl Cibran yan jî Khalil Gibran 6’ê Çileyê 1883´yan ji dayik bûye û weke îro ango 10’ê Nîsana 1931´ê wefat kiriye, nivîskarekî Libnanî-Emerîkî yê bi nav û deng e.
Cibran li nav darên selwiyê li Bişarêya Libnanê hat cîhanê. Wî li wir dest bi xwendekariya xwe kir lê di 12 saliya xwe de ango sala 1895´an koçî bajarê Bostonê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kir.
Di 14 saliya xwe de ew bi tenê vegeriya Libnanê da ku xwendekariya xwe li Medreset el-Hikmetê bi dawî bike. Li wir zimanê bedew ê helbestên wî, ku tê de çanda Erebî û bandora rojavayî digihîjin hev, teşe girt. Wî du caran li Parîsê nîgarkêşî xwend, paşê vegeriya Bostonê û paşê jî çû New Yorkê û ta mirina xwe li wir ma.
20 salên jiyana xwe yên dawiyê li Emerîkayê derbas kirin û li wir dest bi nivîsîna bi Ingilîzî kir. Fîlozofê Emerîkî yê bi eslê xwe ji Libnanê, nivîskarê ceribandin û romanê, helbestvan û wênasaz Xelîl Cibran, 10’ê Nîsana sala 1931’ê de mir.
[gallery ids="104405,104406"]Berhemкn wо
Cibran ji aliyê bi mîlyonan kesên bi Erebîaxêv, tê naskirin û navûdengê wî ji Rojhilata Nêzîk heta deverên dûr belav e. Helbestên wî zêdetirî li 20 zimanan hatine wergerandin û tabloyên wî li bajarên herî mezin yên cihanê hatine nîşandan.
Li dema jîna xwe, ew herî zêde wek nîgarkêşekî portreyan dihat nasîn û ecibandin û gelek pêşangeh ji bo nîgarên wî li çar hêlên cihanê hatine lidarxistin. Cibran herwiha gelek ji pirtûkên xwe yên helbestane bi nîgarên xwe neqişandine.
Berhemкn wо yкn wergerandо bi zimanк Kurdо jо ev in:
* Peyamber (wergêr: Husein Muhammed)
* Bexçeyê Peyamber (wergêr: Husein Muhammed)
* Baskên Şikestî (wergêr: Husein Muhammed)
Frankfurt