Tu tiştekî me naşibe kesî. Ne em, ne niviskariya me, ne jî rewşenbiriya me. Ji peyva bêlayanî têgihîştina me jî naşibe kesî. Di cihê ku em ji peyva bîlayanî, di heman mesafeyê de nêzîkatî li partî û hêzên kurdistanî kirinê fêm bikin; ji bo ku dijmin ji me re „eferim, pravo“ bibêje, em ji rastiya xwe û hêzê kurdistanî diravin. Em ji bêlayanî wek hev girtina  dagirker û hêzên Tevgera Azadî têdigihîjin. Di nava gelên din de navê vê helwestê îxanete. Ma rewşenbîrekî filistînî partiyeke filistînî û hêzên îsraîlî wek hev digire?
Ji ber ku piyasaya tîcaretê hîna di destê dijmin ê dagirker de ye. Hin niviskar û weşanxane li gor bayê serkariya dagirkeran per û baskan li ba dikin û ji vê sosretî û qeşmeriyê re jî bêlayanî dibêjin. Dijmin di bin navê faşîzma kesk de ji bo xapandinê dibêje: „Baş e, tu dikanî bi kurdî binivisîne, wekî mînak: Li ser kundirên Yozgatê, mîtolojiya Kasandrayê, li ser gîrî û kenên Erdogan, li ser mîtolojiya Anatolya, Çîn û mongolan binivîse. Ji wêjeya welatên din wergerîne! Li ser evîn û lotikên vala binivîse. Lêê; divê kurdiya te ji yekitiya kurdan re û ji bikaranîna karê kolektîvî ya kurdan re xizmet neke! Hestên kurdan yê netewî hişyar neke. Ji çand û dîroka kurdan re xizmet neke. Divê tu behsa serhildêrên kurdan nekî. Hele li ser tekoşîna van sih salên serhildanê nivisîn yekiber qedexeye !“
Ehhh! Hin niviskar û hin weşanxaneyên heremî û malbatî jî; hem ji vî çarçoveya serkariya dagirkeran daniye pêş wan dernakevin, hem jî bi awayeke bêşerm bi zimanê kurdî dinivîsin. Û navê vê kirina bêkêr jî bêlayanî datînin. Wekî mînak: Kesekî bi navê Silêman Demîr rabûye ji mîtolojiya yunanan bi navê „Kasandra“ romanekê nivisiye (Li gor boçûna min di vê pêvajoyê de ev roman pênc qurişan nake.) Jixwe bi sedan romanên herî baş li ser wê mijarê hatiye nivisandin,(min hinekên wan xwendine) fîlm hatine çêkirin.
Em li niviskarên welatên din mêze dikin. Her niviskarekî beşekî dîroka welatê xwe, avabûna welatê xwe, avabûna kelahekî, jiyana qehremanekê welat û miletê xwe nivisiye. Wek mînak Sabîne Ebert bi navê „Hebame“ pênc bend li ser avabûna bajarekî û li wî bajarî derxistana cewherekî nivisandiye. Gunter Gras jî bûyarên dema şerê cihanê yê duyem ku li Almanyayê qewimîne nivisiye. Ken Folet jî bi navê „Stûnên Erdê“ avakirina katedraleke Li Bîrîtanya bingeh girtiye. Yanê niviskarên hemû welatan berê rûdan, jiyan, çîrok, dîrok, qehreman û avabûna bajarên welatên xwe nivisîne, hîna berê xwe dane welatên din.
Lê hin kesên qaşo bi navê niviskariya kurd radibin jî, bi navê bêlayanî çanda biyaniyan li ser me ferz dikin ku em bixwînin. Ez hêvî dikim ku tu kurd van pirtûkan nexwînin. Min bi şaşaşî ew romana bi navê „Kasandra“ kirî. Ez ji qehiran fetisîm. Jixwe ew weşanxana ew weşandiye jî li pey tiştên wiha vala ne.
Ma mijare li welatê me tune? Welatê me wekî xozanekî nehatiye çandinê ye. Mirov li kîjan newal û deviyên Kurdistanê gav davêje: Bêhne mîtolojiyan, bîhna jiyanên têkçûyî, bêhna evînên çilmisî, bêhna qehreman û serhildanan jê tê. Li ber her zinareke welatê me pîrfiraziya Seyîd Rizoyekî heye. Di her gundekî me yê şewitandî de bi dehan mijarên romanên mezin hene. Mijareyên kujeriyan, şerê cihanê yê yekemîn ê li Kurdistanê ûhwd.
Di warê serhildanên netewî de: Dijminê me bi xwe dibêjin ku 29 serhildanên kurdan hene. Di her serhildanekê de bi dehan qehreman hene. Jiyana her qehremanekî/ê bi serê xwe çend roman in. Tekoşîna sih salî heye, pênce hezar mirov hatine qetilkirin, 20 hezar mirov hatine wendakirin, bi sedan xortên bi destgirtî di leşkeriyê de di bin navên xwekuştinê de hatin kuştin.
Di warê dîrokê de: Jiyanê berê li vir dest pêkiriye. Heta mabeta ewil jî li vir derket. Newala Çolî, Göbeklî Tepa. Avabûne her bajarekî me bi serê xwe mijareyên taybetî ne. Keleh û avabûna Mêrdînê, dîroka Heskîfê, Sûrên Amedê, Keleha Hewlêr, bajarê Helebçe, Ekbatana (Hamedan) Medan, Baxê Îrem a li Kurdistanê, Rêwitiya Deh Hezaran û berxwedana Kardoxan, Mijara Cimşidê Kasîtan. Duwazdeh zîgûratên li Babîl û Bajarê Ûr, Dîroka Riha û qiraliyeta Komeganan, Urartû, Mîtanî. Jiyan Zerdeşt û Manî, Xwedawendên li erdnigariya me. Di cihê Zews de xwedawend Mîtra, Anahîta, Zarokên Hz. Zerdeşt Otava û Kvarîkza, Serhildanên Kurdan Ziyaretgehên Kurdan, Dîroka Kela Tujpayê û hîn bi sedan mijarên dîrokî li ber destên me ne. Lê ew diçin li se Kasandira û quzilqiran dinivisînin, çima ew Anahitayên Kurdistanê nabînin?
Lê na, bangaşî û nexweşiya dijmin afirandî daha şîrîn e. Mirov dikane bi navê bêlayanî ji xwe û nijada xwe bireve, bi tevê kesên tirkkirî di TRT6ê de kimizê Mehînên asyayî vexwe. Ji piyasaya rantê çend qurişan werbigire.
Banga min li niviskaran; dev ji vê sosretiyê berdin! Divê xwendewanên kurd vê rastiyê bibînin û tu pûteyê nedin van kesên bi navên bêlayanî dixebitin ku çand û dîroka kesên din bi me şîrîn bikin. Em jî xwe bi xwe axîn bikişînin û bibêjin: “Çima bav û kalên me jî, tiştên wiha, yan jî mîtolojiyên wiha neafirandine. Bi rastî bav û kalên me dîrok afirandine, lê em ji wan direvin.