Li Misrê çar rahibe û rahibên xwedawenda Niyut Şayes hatin dîtin. Li ser vê xwedawenda maran a Misra Kevin kêm tişt tên zanîn. Muhtemel e ku bi tesîra xelkê ji dewrûberê li Misrê bi cih bûyî, ev xwedawenda di nava diyaneta Misra Kevin de bi cih kiribin. Lê mirov bivê nevê li Şahmarana Kurdistanê jî difikire.
Wezareta Misrî ya Çandê eşkere kir ku wan li Seqara li dezgehê şemkirina laşên miriyan, goreke mezin dîtiye ku lê rahib û rahibeyên xwedawenda maran lê hatine veşartin. Ev dezgeha hanê sala 2018´an hatibû vedîtin û niha di nava wê de lêkolînerên ji Zanîngeha Thubingenê (Elmanya) bi ser ve bûn ku di zemîn de ev rahib û rahibe hatine veşartin. Ev xwedawenda maran jî têra xwe efsûnî ye. Bi zimanê kevin ê Misrê navê xwedawendê Niyut-Şayes e.
Ev avahiya dezgeha şemkirina miriyan ji xanedana 26´an e yanî di navbera 664 û 525´an beriya mîladê maye. Tê de gelek deverên ji bo veşartina miriyan hene û 30 metroyan jî kûr di binê erdê de ye. Tê de 54 mûmya hatine dîtin. Tê de 5 cerên mezin ên organên bedenê dixistinê û çar darbestên darî jî hebûn.
Di yekê ji darbestan de jinek heye bi navê Dîdîbastett. Piştî xwendina nivîsên li ser darbestan, derket holê ku Dîdîbastett û her sêyên din rahibe û rahibên xwedawend Niyut-Şayes in û bi qasî niha mirov dikare ji hev derxe jî, ew her çar bi hev re hatine veşartin. Xwedawenda maran di dema xanedana 26´an de bi qîmet bûbû û li gorî texmînan li navenda îdarî ya Misra kevin Memfîsê jî ji bo wê perestgeheke mezin jî hatiye avakirin.
Zîvê zêrkirî li ser rûyê rahib
Yek ji rahîbe û yek ji rahiban ji navên wan diyar e ku koçberên misrîbûyî ne: Ayput û Çanîmît. Ev navên Lîbyayiyan in ku li Misrê di dema xanedaniya 22´yê de bi cih bûbûn. (beriya zayînê 943-716). Lê axir li Misra kevin ji seranserê dinyaya hingê dihat zanîn mirov hebûn, di nava wan de Mezopotamyayî û xelkê çiyayên Kurdistana îro jî hebûn.
Di nava objeyên li vir hatî dîtin de maskeyeke zîvîn jî heye; zîvekî gelekî xwerû ye bi rêjeya safîbûnê ya 99,07´an û bi ava zêr jî hatiye neqişandin. Ev maske li ser rûyê rahibekî xwedawend Niyut-Şayes bû. Zêde agahiyên me li ser Niyut Şayes nînin, lê em dibînin ku ew ne bi rengê xwedawenda maran a Yewnana Kevin e; yanî rahib û rahîbeyên wê û yên wê diparêzin hene.
Pirsên li ser Şahmaran
Gelo elaqeya wê bi Şahmaran re heye yan na? Ji bo vê gelek ahahiyên din ji me re divên. Mesela gelo Niyut Şayes jî bi ilm û zanînê xurt e? Gelo ew jî bi kirasguhertinê sembolek e ji bo dewra jiyanê? Ne tenê ev, em dikarin ji aliyê din ve jî bipirsin, gelo bi efsaneya çîroka Şahmaranê ew xurtiya xwedawendekê tê şikandin? Gelo têkiliya di navbera Şahmaran û mirov de di navbera Niyut Şayes û mirovan de jî hebû? Bêbextiya mirovan, qurbanîkirina zanîn û hevgirtineke muhtemel a heyatî ji bo canê desthilatekî gav hat qurbanîkirin, gelo ev sembola dawî anîna hevgirtineke, hevjiyaneke civakî bû?
Em van li aliyekî daynin jî, di Şahmaranê de hêmanên hatine hûnandin hemû li ser zanîneke ji mirovan xefkirî ji bo ewlekariya cureyekî din in. Encama çîrokê jî bi rengekî ji rengan îsbat dike ku ev xefkirin maqûl bû. Şahmaran bi temamî fîgurek e ku zanîna jinan a berê terîf dike. Ji destdana zanîna jinê û ji destdana statuya wê ya civakî jî paralelî hev xuya dikin. Em nizanin ji bo kulta Niyut Şayes jî paraleliyê wisan hebûn yan na. Lê heger ev derkevin holê jî, em ê şaş û metel nemînin.
NAVENDA NÛÇEYAN