Mirazê Cemal jî ji vê avê vexwariye û ruhê wî di wî warî de ye. Di her bosta wê axê de ew hêza gotinên wî, êşa wî ya ji bo welatê wî û evîna wî ya ji bo xweza, av û çiyayan dixuye.
Dawid Yeşîlmen
Em behsa çavpêketina xwe ya bi Mirazê Cemal re li ser perwerdeya bi Kurdî li Ermenistanê dewam bikin. Di destpêka avabûna Yekîtiya Sovyetê de, di çarçoveya yekîtiya gelan de, dibistanên xweru bi Kurdî hatibûna avakirin li gundên Kurdan. Materyalên perwerdeyê jî bi giştî bi Kurdî bûn. Lê mixabin, vê perwerdeyê tenê heta serdema Stalîn dewam kir, lê ji serdestiya wî û pê ve, ev yek guherî û li gundên Kurdan perwerdeya Kurdî hate hefteyê tenê du saetan. Ev yek bû destpêka şikestina rewşenbîriya Kurdî û ew kadroyên dewlemend êdî zû bi zû negihiştin. Bi hilweşîna Sovyetê re Komara Ermenistanê jî heman rêbaz meşand û guhertin tê de nekir. Weke Mirazê Cemal jî vê yekê dupat dike, “Di 21 gundên Kurdan de dibistan bi zimanê Ermenî zarokên Kurd hînî xwendinê dikin. Heftiyê du saetan dersên ziman û wêjeya Kurdî bi tîpên Kurdiya latînî hîn dibin. Bi arîkariya dewletê me hetanî pola 12´a pirtûkên dersan amede kirine. Amedekarê pirtûkan rehmetiyê Elîxanê Memê bû. Lê rêdaktorî, ser kompûtorê rêzkirin, serrastkirina hemû pirtûkan min kiriye.”
Nifşê nû nanivîse û lênakole
Di nav vê perwerdeyê de perwerdekirina ola Êzdiyatiyê jî heye. Bikaranîna tîpên latinî jî di ware têkilîdanîna bi Kurdhen Bakur re, derfeteke bipêşxistinê dide wan. Peydekirina çavkaniyan û berhemên wêjeyî êdî ne zehmet e ji bo wan. Dewlet di vî warî de astengiyan dernaxe, lê piştgiriya aborî jî nade. Herçiqasî ev yek ne bes be jî li gorî Mirazê Cemal, derfeteke bipêşxistina vê yekê jî nabîne. Lê dibêje, ji ber qaîdeyên olî û çand û kevneşopiyên Êzdiyatiyê, şertên asîmîlebûnê tinene. Di gera me ya gundên Kurdan de jî, zarokên ku em bi wan re axivîn, di jiyana rojane de her bi Kurdî diaxivîn lê ev yek bêguman wê di xebatên zanyarî û wêjeyî de derfetên bipêşketî jî nede. Ciwanên ku bi Kurdî dinivîsin yan li ser Kurdî xebatan dikin, hema bêje nînin êdî.
Wêjeya Kurdî ya Îro li Rewanê
Weke me di beşa pêşîn de jî behs kir, îro li bajêr ti şopên wêjeya Kurdî naxwiyin. Bajarê ku bi peykerên nivîskaran, pirtûkxane û muzeyên xwe yên edebî li ber çavan e û bi van muzeyên xwe yên edebî serbilind e, mixabin pêwistî bi pêşkêşkirina kevneşopiya wêjeya Kurdî ya Sovyetê nedîtiye. Di gera xwe ye li Muzexaneya Hovannes Toumanian ya şexsî de ku belkî yek ji muzeyên herî dewlemend û balkêş yên wêjeya zarokan a cihanê ye, di beşa pirtûkên wî de wergerên pirtûkên wî yên ji seranserê zimanên cihanê hebûn lê ne wergerên wan ên Kurdî yên ji serdema Sovyetê ku li Rewanê çapbûbûn, ne yên li Stenbolê û ne jî yên li Viyanayê çapbûyîn qet mînakek jî nebû. Ev dûrbûna ji wêjeya Kurdî her wiha li pirtûkfiroş û pirtûkxaneyên gel yên bajêr jî her wisa bû. Herçiqasî çend kesên li ber xwe didin û dixwazin vê mîrata Kurdî ya Rewanê biparêzin û derxine ber çavan ên weke Frîda Hecî Cewarî û Cemîla Celîl hîna li bajêr xebatên xwe didomînin jî, bêdengiyeke mezin heye. Heta di dema serdana min a Buroya Hindikayiyên Ermenistanê de jî, herçiqasî di pirtûkxaneya xwe de ji bo her gelî beşek veqetandibin jî, tenê ji bo Kurdan beşek tinebû. Karmendan weke sedem, daxwaznekirina Kurdan ji min re got.
Dîsa jî îhtîmala ku belge û berhem hatibine parastin di arşîvan de, her di bîra min de bû. Arşîva pêşîn ku were bîra mirov, kitêbxaneya destxetên kevnare ya Matenadaran e ku îro weke Muzeya Destxetan jî tê nasîn. Ermenistana ku bi pirtûkên xwe yên kevin û elfabeya 1500 salî kevin serbilind e, ev yek pirr baş parastine. Lê mixabin di kitêbxanê de pirr tişt ne li ber çavan in. Yên veşartî jî bi destûreke taybet dikarin bêne dîtin û katalogeke bi rêk û pêk li ber destan nîne. Mirazê Cemal jî dibêje, “Li wir vê gelek pirtûkên derbarê dîroka kurd da jî hebin. Lê mixabin ew hemû bin hevt kilîtada nin. Vê nîşanî tu mirovî mekin. Eger nîşan kin, ez bawer im vê gelek netewên Kavkaziyayê wê dîroka xwe nûva ji sifirda dest pê bikin û binivîsin… Ji bo vê yekê jî ez bawer nakim ku vê bihêlin lêkolînêrê Kurd bên û bi wan pirtûkên kevnare ser dîroka Kurdî lêkolînan bikin.” Helbet gelek çavkaniyên din jî hene lê ji bo lêkolîneran wê ne hêsan be. Ji ber ku navendeke parastî nîne li Rewanê, divê lêkolîner ji arşîvên taybet, ji pirtûkxanên nivîskarên Kurd û yên malbatên nivîskaran bipirse. Navendeke din jî bazara pirtûkên kevin e ku li Meydana Komarê tenê dawiya hefteyê vedibe. Bi pirsîn û sebir gav bi gav, piç bi piç dibe ku li wir hinek berhem bêne peydekirin.
Gundê Sîpanê û Fêrikê Ûsiv
Helbet gundê Sîpanê ku mezelên Heciyê Cindî, Zeyneva Îvo, doxtirê Kurd ê navdar Şîraliyê Eşo û helbestvanê Kurd ê navdar Fêrikê Ûsiv lê ne, weke cihekî bêhnvedanê ye li benda mêvanên xwe. Herçiqasî arşîv û belgeyên wêjeya Kurdî li wir nebin jî, ji bo xwendevanên wêjeya Kurdî wê bibe panoramayek yan jî pêşengeheke gelek berhemên wêjeyî. Ev gundê ku bi xwezaya xwe bûye mijara bi dehan helbest, çîrok û romanan, xwedîtiyê li Mal-Mûzeya Fêrikê Ûsiv dike ku wî bi destê xwe çêkiriye û di navbera salên 1979-1997an de lê jiyaye, bi fotograf û pirtûkên wî li benda mêvanên xwe ye. Hîna jî beşeke malbata Fêrik Ûsiv û çend xwendekarên wî li gund dijîn û ji bo pirs û axaftina derbarê helbestvanê mezin, dema wî, xebatên wî û mamostetiya wî de weke çavkaniyên zindî li benda mêvanan in.
Di gera min a li Ermenistanê de, ji bilî Mirazê Cemal, min ti nivîskarên ku bi Kurdî berhemên wêjeyî diafirînin û li wir dijîn, nas nekirin mixabin. Herçiqasî di lêkolîn û hevpeyvînên xwe de ketime pey şopa nivîskarên ciwan de jî. Helbet ev serdema ku em lêkolîner weke serdema post-sovyet bi nav dikin, xwedî gelek taybetiyên sereke ye ku ji sînorên vê xebatê derbas dibe. Lê ji ber parçebûna sîstema Sovyetê, avabûna netewe dewletan û helbet xizaniyê jî, pirraniya rewşenbîrên Kurdan koçber bûn. Gelek ji wan najîn îro, lê divê em çend nivîskarên ku stunên qewîn ên wêjeya Kurdî ne îro, weke Eskerê Boyîk, Celîlê Celîl, Tosinê Reşîd, Ezîzê Gerdenzerî, Ezîzê Cewo û geleke din ên ku li Ermenistanê debar nekirine û derbider bûne, ji bîr nekin. Herçiqasî li Rewanê nemînin jî, di berhemên wan de av û çiya û êşên wê axê hene, ku heman êş di berhema Mirazê Cemal de jî xwe didine der.
Belê, ji hibrê û hêza wê hez dikirin û pîroz bû ji bo wan kelam, weke qewlên Êzîdiyan. Mirazê Cemal jî ji vê avê vexwariye û ruhê wî di wî warî de ye. Di her bosta wê axê de ew hêza gotinên wî, êşa wî ya ji bo welatê wî û evîna wî ya ji bo xweza, av û çiyayan dixwiye. Weke di van malikên li jêr de ku ji bo hurmeta xwe ye ji bo Fêrikê Ûsiv nivîsî, destnîşan dike bê çiyayê Dibûrî yê li jora gundê Sîpanê xwedî cihekî pîroz e di jiyana Fêrik de di afirîneriya wî de yek ji çavkaniyên sereke ye. Her wiha muqayesekirina bi Cudî û Araratê re asta çiyê digihîne asta herî jor a pîroziyê. Lê helbet çiya sembola afirîneriya helbestên Fêrik e jî. Di gera me ye nav mezelên gundê Sîpanê de mamoste Mirazê Cemal ev helbest bi dengekî nimz weke duayekê dixwend û gava min berhema wî xwend, weke di xewnekê de yekî di guhê min de ew kilam gotibe, hate ber çavên min. Min xwest bi du malikên wê yên pêşîn nivîsê biqedînim:
Çiyayê Dibûrî
Çiyayê Dibûrî heca mine,
Minra him sond, him atqate
Ber dilê min p’ir mezine
Weke Cûdî Ararate
Li vir Fêrik tim geriyaye,
Li vir pesnê erşa daye
Kilam û şîêr sêwirandiye,
Çanda kurdî xemilandiye.
….