Kurdên Êzidî yên li Elmanyayê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê nobeda ji bo azadiya Ocalan vê hefteyê dewr girtin.

Li Strasboûrgê nobedarên vê hefteyê endamên Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) e ku ji Elmanyayê tevlî çalakiyê bûne. Endamên koma nû Wezîr Nemo, Hasan Aksû, Cafer Nas, Mehmet Ozek û Adar Nas in.

Ji koma Kîelê dewr girtin

Endamên NAV-YEK’ê nobed roja Yekşemê ji koma Kîelê dewr girtin. Komê bi daxuyaniyeke bang li Konseya Ewrûpa û CPT bikin ku xwedî li mafên Ocalan derkevin.

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê girtin, kete hefteya 316’an.

 

ANF/STRASBOÛRG