
Nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê Kurdên Rojavayî yên ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatine tê girtin. Kurdên bi navê Dexîl Silêman, Mihemed Mamo û Mûstafa Îsa yên ji Rojavayê Kurdistanê, ji roja Yekşemê û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê nobeda azadiyê digirin.
Çalakgeran nobed ji jinên endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) dewr girtin û dan xuyakirin, ku bi çalakiya nobedê re ew dixwazin vîna gelê Kurd temsîl bikin. Çalakgeran bal kişandin ser êrîşên li Şengalê û destnîşan kirin, yên hevkariyê bi dijminê gelê Kurd dikin, wê têk biçin. Nobedaran gotin, "Hêviya ji Barzanî û hêviya ji Erdogan yek e."
STRASBOÛRG