Ji ber ku sînorê dewleta Tirkiyeyê bûye cihê derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê, welatî êdî nobedariyê dikin. Lê ji ber ku ciwanên gundê  Til Şeîrê di şerê navenda bajêr de li ber xwe didin, sivîlên gund ên bi temen mezin jî komek xwe ya parastinê ku ji 11 kesan pêk tê ava kirin û dest bi nobedariyê kirine. Kom wekî 2 beş kar dike û yek bi roj yek jî bi şev nobedariya sînor dikin. Apê Ezîz ê ku ji gundê Têfşo yê ku dikeve başûrê herêma Kobanê ye bi temenê xwe yê 57 salî di koma ku li gundê Til Şeîrê hatiya avakirn de cihê xwe digire. Apê Ezîz tevî nexweşiya xwe bi şev heta sibehê derdikeve parastinê. Apê Ezîz dibêje: " Em bi pariyek nanê hişk di kûzikên şer de razî ne." Mihemed Silêman jî yek ji koçberên gundên rojhilatê Kobanê ye. Bi temenê xwe yê 65 salî çeka xwe rakiriye û axa xwe ji çeteyên diparêze.  Derbarê berxwedan û erka xweparstinê de Apê Silêman diyar kir ku parastina welat ji zarokên wî girantir e û wiha got: "Bila her kes bizanibe ku gelê Kobanê tevahî pişta YPG'ê ye."

Ji alîyekî din ve jî hemwelatiya 63 salî yê bi navê Sibhî Osman ew jî endamî grûpê ye. Da zanîn ku ew erka xwe ya parastinê dike. Her wiha Apê Osman destnîşan kir ku ew nikare tehmûl bike bêyî ku piştgiriya şervanên YPG'ê û gel bike. 

XEZNÊ NEBÎ/ANHA/KOBANÊ