Biryar hate dayin ku ‘Xelata Zarokên Dinyayê (WCP)’ a sala 2019’an ji parêzvanên mafên zarokan ên Hindistanê, Burundi û Haitî wê bên dayin ku li dijî zewicandin û kolekirina zarokan têdikoşin.

Xelatên Zarokên Dinyayê ku weke Xelata Nobelê ya Zarokan tê naskirin, li bajarê Marifred ê Swêdê bi merasîmeke bi beşdariya zarokên ji 13 welatan, ji aliyê Prenses Sofia ve hatin dayin.

Doktor Ashok Dyalchand ê ji Hindistanê ku ev 40 sal in li dijî zewicandina zarokan û ji bo bidestxistina mafên wekhev ên zarokên keç û kur têdikoşe, hêjayî Xelata Zarokên Dinyayê ya sala 2019’an hate dîtin.

Du aktîvîstên mafên zarokan û mirovan jî xelatên rûmetê wergirtin. Xelata rûmetê ji Spes Nihangaza re hate dayin ku ev 25 sal in ji bo dermankirina zarokên bi aidsê ketine û ji bo zarokên zerar ji şer dîtine, dixebite.

Xelata din a rûmetê jî dan parêzvana mafên zarokan Guylande Mesadieu ya ku ev 20 sal in li Haitiyê li dijî kolekirin û girtina zarokan têdikoşe.

 

STOCKHOLM