Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gel Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê di hefteya 377’an de ye.

Nobetdarên vê hefteyê ciwanên Kurd ên ji bajarê Strasbourgê yê Fransayê ne.

Ciwanên Kurd Pelda, Emrah û Erhan der barê jiyan û têkoşîna Ocalan de belavokan belav dikin. Di nobetê de her wiha raya giştî der barê Tevgera Azadiyê ya Kurd de tê agahdarkirin.

Nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de dest pê kir, ji hingî ve her hefte ji aliyê komekê ve tê meşandin. Endamên Tevgera Jinên Kurd mehê herî kêm carekê dibin nobetdar.

 

STRASBOURG