• Çalakiya herî dirêj a Kurdistaniyan Nobeta Azadiyê ji bo Rêber Apo li bajarê Strasburgê ket sala 9ʼan. Pêkhateyên KCDK-E’yê li Strasburgê hatin cem hev û wan diyar kir ku ew ê heta bi azadiyê çalakiya xwe bidomînin.
BARIŞ BALSEÇER STRASBOURG Çalakiya nobetê ya ji Rêber Apo re azadî ku çalakiya herî demdirêj a Kurdan e, ket sala xwe ya 9ʼan. Kurd bi biryar in ku çalakiyê heta bi azadiya Rêber Apo dewam bikin. Çalakî li Strasburgê pêk tê. Tevî Konseya Ewrûpayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkencê CPT û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê û Parlementa Ewrûpayê li vî bajarî ye. Jixwe, çalakî jî li ber van avahiyan didome. Çalakiyê 8 salên xwe temam kirin. Çalakî heft rojên hefteyê pêk tê. Di hefteya 416ʼan de pêkhateyên KCDK-Eʼyê nobet dewr girtin û mîtîngek pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên Rêber Apo û alên PKK’ê hatin hildan û ji bo bibîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin. Beşdaran diyar kir ku ew ê heta bi azadiyê nobetê bidomînin. Em gavê paşde navêjin Hevseroka KCDK-Eʼê Fatoş Goksungur di axaftina xwe ya li cihê çalakiyê de got, “Rêber Apo ev 22 sal in ku di sîstema êşkencê ya Îmraliyê de ye. Bi komploya navdewletî xwestin îradeya azad a Kurd ji holê rakin. Dixwazin Tevgera Kurd bi temamî têk bibin. Bi vê armancê êrişî Heftenîn, Qendîl, Şengal û Mexmûrê dikin. Rêber Apo xeta sor a Kurdan e. Heta ku em wî azad nekin, em ê paşde gavê naavêjin.” Goksungur bang li her kesî kir ku li dijî qirkirin û êrişên dagirkeriyê beşdarî çalakiyan bibin. Aktivîsta TJK-Eʼê Nezahat Erguneş jî di axaftina xwe de bi bîr xist ku Rêber Apo teorîsyen û parêzvanê têkoşîna jinê ye û got, wî li hemberî civaka feodal û bavikanî jina azad afirandiye, lewma jî jin li Parîs, Silopiya û Kobanê dibin hedef.” Yekîtiya Kurd divê biçe serî Endamê Dîwana KCDK-Eʼê Demir Çelîk jî di axaftina xwe de îşaret bi têkiliya di navbera tecrîdkirina Rêber Apo û dagirkeriya li Kurdistanê de kir û xwest partiyên Kurd yekîtiya xwe pêk bînin. Li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Muheyyedîn jî qala zalimtiya dewleta Tirk kir û got, “Rêber Apo rêberê gel e, û em tecrîdê û polîtîkaya rehîngirtinê qebûl nakin.” Hevserokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Igrek jî got, Rêber Apo rêberê bindestan e. Li ser navê TEV-ÇAND’ê Hozan Şemdîn jî got, heta azadiya Rêber Apo çalakiya wan wê dewam bike. Li ser navê federasyona Elewiyan FEDA’yê jî Kemal Samer got, “Mafê me ye, em bi awayekî azad bijîn.”