Hevserokên KCDK-E’yê û hemû komeleyên di bin banê wê de 25’ê Hezîranê wê tevlî çalakiya nobetê ya ‘Ji Ocalan re azadî’ ya li Strasboûrgê bibin.
Dîwana Hevseroktiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê, 25’ê Hezîranê wê 6 salan li pey xwe bihêle.
Çalakiya nobedê ya ‘Ji Ocalan re azadî’, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li meydana ku Konseya Ewrûpa, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê û Parlamentoya Ewrûpayê tê kirin.
Çalakî wê heta azadiyê dewam bike
KCDK-E’yê bi bîr xist ku heta niha li Ewrûpayê gelek kes, sazî û komên civakî yên cuda yên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Suryanî, Elewî, Êzîdî û Ewrûpî, siyasetvan, sendîkavan û şaredar beşdarî çalakiya nobeta azadiyê bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin, taybetmendiya çalakiyê ew e ku bi demekê ne sînordar e, hefteyê heft rojan bênavber didome û ev jî nîşana wê ye ku ji daxwaza ‘ji Ocalan re azadî’ yek gav jî bi paş ve nayê avêtin. KCDK-E´yê destnîşan kir ku çalakî heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bidome.
KCDK-E´yê di dewama daxuyaniyê de got, pêvajoya berdest ji bo têkoşîna li dijî tecrîdkirina Ocalan û ji bo pêkanîna azadiya Ocalan pirr girîng e û wiha dewam kir: “Rabûna li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peywireke exlaq, însên û wijdên e.”
Hevserokên hemû komele û saziyan
KCDK-E’yê li ser beşdariya xwe ya li çalakiya nobetê got, “Ji bo têkoşîna li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û ji bo azadkirina wî, ku em vê hem ji peywireke exlaq û wijdên dibînin û biryara Kongreya me ya 2’yan e, di salvegera çalakiya nobetê de, ya ‘ji Ocalan re azadî’ ya li Strasbourgê, 25’ê Hezîranê hevserokên KCDK-E’yê, hevserokên hemû sazî û dezgên di bin banê wê yên li hemû welatan, nûnerên jin û ciwanan em ê nobeta ‘Ji Ocalan re azadî’ dewr bigirin.”
Hûn jî beşdarî çalakiyê bibin
KCDK-E’yê bi domdarî diyar kir ku divê çalakiya nobetê ya ‘Ji Ocalan re azadî’ bi rengekî geştir û berfirehtir were domandin û bang li gelê Kurd û dostê Kurdan kir ku tevlî çalakiya ‘Ji Ocalan re azadî’ bibin.
KCDK-E’yê got, nobeta wan wê hefteyekê bidome û wiha bang kir; “Em Bang li gelê xwe yê Ewrûpa, dostên xwe, bang li şoreşger, demokrat, rewşenbîr, Ermen, Sûryan, Kurd, Tirk, Laz, Çerkezan dikin ku bi rengekî geş beşdarî çalakiye bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN