Hevseroka HDP’ê Kemalbay bang li gelan kir ku xwedî li Nobeta Wicdan û Edaletê derkevin û banga berxwedanî kir.  

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay çû serdana “Nobeta Edalet û Wicdên” û got,  “Ez bang li gelê me dikin. Faşîzm hat lê wê bi xwe neçe. Wê berxwedan û têkoşîn bi ser bikeve.” Kemalbay eşkere kir ku AKP’ê ji Kenan Evren û 28’ê Sibatê zêde kiriye û banga xwedî derketina li çalakiyê kir.

“Nobeta Em Ranewestin, Bêjin Raweste, Faşîzmê Rawestînin” a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşengiya wê dike, di roja 2’yemîn de li Parka Ekîn Cerenê ya li Amedê dewam dike. Rixmê hemû astengiyan jî gel piştgiriyê dide “Nobeta Edalet û Wicdên”. 

Serpîl Kemalbay diyar kir ku ji bo civak ji vê tariyê derkeve, ev çalakî gelekî girîng e û wiha axivî: “Ji bo gelê me bigihêje azadiyê em vê têkoşînê dewam bikin. Ez bang li gelê me dikim. Faşîzim hatiye lê dê bixwe neçe. Dê berxwedan û têkoşîn bi ser keve.”


Ev tevgera Gandî ye


Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr jî bang li gel kir ku saet di 21.00’an de li Amedê bibe dengê wicdên û wiha axivî: “Werin em van hesinên dorpêçê rakin. Ev tevger tevgera Gandî ye. Banga me ji bo gelê Amedê ye. Wicdan, edalet û azadî nirxên sedsala 21’emîn in. Em saet di 21.00’an de li Amedê bibin dengê wicdên. Rêbazeke rûxandina vê dorpêçê jî dengderxistin e. Bi qorne, çepik em tercîd û dorpêçê bişkînin. Heta tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî nebe, ev çalakiya me wê dewam bike.” 


 AMED