Piştî leşkeran konê nobetê yê li ji bo balê bikşînin ser êrîşên li Kobanê li Rihayê hatibû vedan şewitandin wekîlên HDP'ê li gundê Zareta Serxetê ya Bêrecûkê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û çalakî bi tevlîbûna gelek kesan berdewam kir. Leşker û polîsan konên li gundê Alîzeran ê navçeya Pirsusê û gundên Eşmê û Zareta Serxetê yên navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hatibûn vedan şewitandin û qadan valakirin. Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlementerên HDP'ê Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata û Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê li cihê bûyerê lêkolîn kiribûn. Li ser vê êrişê parlementerên HDP'ê Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata û endamên MYK'ê yên HDP'ê gundê Zareta Serxetê ziyaret kirin û li qada kon lê hatin şewitandin çalakiya nobetê dan destpêkirin. Bi sedan leşker û dehan wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk li cihê çalakiyê hatine rawestandin. Komeleya Hiqûqnasên Kurdistanê, KESK, endamên Meclîsa Hiqûqnasên Kurdistanê, parêzerên Baroya Rihayê, Şaredarê Êlihê yê berê Necdet Atalay, Şaredarê Sêrtê yê berê Selîm Sadak, Şaredara Nisêbînê ya berê Ayşe Gokkan û wekîlên HDP'ê jî di nav de komeke qelebalix hatin qada kon û tevlî çalakiya nobetê bûn. Çalakiya nobetê ya wekîlên HDP'ê ji aliyê welatiyên gundên derdorê ve hate ziyaretkirin. Welatiyên gundan diyar kir ku dema leşkeran êrîşî qada kon kir, çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Zareta Binxetê xwepêşandana keyfxweşiyê kirine û tekbîra "Allah û Ekber" qêriyane.
DÎHA/RIHA