Kurdistanî balê dikişînin ser hevkarya YE û DYA’yê ya di polîtîkayên şerxwaz ên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan û daxwaz dikin girtiyên siyasî Kurd serbest bêne berdan, Wezîrê Navxweyî, Parastinê û Serfermandarê Tirk ên ku haya wan ji komkujiya Roboskiyê hene îstîfa bikin.
Hate diyarkirin ku dê çalakiya nobetê roja înê demjimêr di 12.00 de bi dawî bibe. Dê Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê û parlementerên Meclîsa Federal ên ji partên Kesk û Çepgir jî beşdar bibin.
ANF/BERLÎN