“Nobeta Azadiyê” ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, vê hefteyê ji aliyê komeke nû ya ji paytexta Fransa Parîsê ve dewr hat girtin.

“Nobeda Azadî ji Ocalan re” ku li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Fransayê Strasbourgê dewam dike, di hefteya 323’an de ye.

Koma ji bajarê Elmanyayê Heilbronnê, nobet vê hefteyê radestî koma ji Parîsê kir ku Kurdistaniyên bi navê Necmettîn Demîralp, Şînasî Yuksel, Ferhat Gumuşboga û Remziye Aktan di nav de cih digirin.

Necmettîn Demîralp li ser navê komê daxuyanî da û destnîşan kir ku Ocalan lîder û hêviya azadiya hemû gelên bindest e. Demîralp diyar kir ku li dijî tecrîdkirina 20 salan, divê her kes rabe ser piyan û got, heta ku Ocalan dîlgirtî be, gelê Kurd jî wê dîlgirtî be.

Necmettîn Demîralp da xuyakirin ku nêzîkatiya li Ocalan di heman demê de nîşaneya nêzîkatiya li gelê Kurd e û bi bîr xist, ku ev 2 sal in agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin. Demîralp destnîşan kir ku li dijî vê yekê, li şûna çalakiyên biçûk û sembolîk, divê çalakiyên bi bandor ên li meydana navneteweyî deng vedin, werin lidarxistin.

Berdevkê koma ji Parîsê, Necmettîn Demîralp diyar kir ku Ocalan temînata azadiya gelan e, û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku ji bo azadiya Ocalan çalakiyan li dar bixin.

 

STRASBOURG