Dîdeban
Di vê navberê de sersaleke din jî hat. Saleke kevinbûyî piştî çend rojan wê xatirê xwe ji me bixwaze û emê sala 2017´an pêşwazî bikin. Gelek kesan beriya sal biqede xatirê xwe ji cîhana derewîn xwestin û çûn. Ez bawer im yek ji wan yê herî navdar jî Fîdel Castro bû. Niha Fîdel sala nû nabîne. Lê mirina wî mirineke hêsa bû, li ser nivînan, li cem nas û hevrêyên xwe koça dawiyê kir. Yên din wek wî ne bi şans bûn. Lewre sala buhurî wek saleke xwînî mora xwe li Rojhelata Navîn û li cîhanê da. Dîsa emê gelek hêvîdarî, daxwaz û mirazên xwe ji sala nû bixwazin û hind ji me dê destê xwe ji jorê re vekin.
Wek em bi giştî dizanin sala buhurî jî bi heman rengî bû, me daxwaz û niyazên xwe ji sala nû kiribûn lê mixabin çerxa ku cîhanê bi rê ve dibe, guh nedabû wan daxwaz û mirazan. Lewre ew tev de aliyê dilînî û hestiyarî yên babetê ne, di rastiyê de çerx û pergala cîhanê rastgo ye, rasyonal e û di nav wê pergalê de zêde cihê hozan, edîp û derwîşan nîne.
Niha li Berlînê jî serdema noelê (weinachten) e, derdor bi lampeyên rengrengî xemilandî ye. Li gelek deverên bajêr çarşiyên serê salê an jî noelê hatîn sazkirin. Gava di van deman de kesek ji welatên Rojhelata Navîn dihê bi rastî jî ev welatan wek bihûştê xuya dikin. Erd û asîman diçîlwîle û stêrk bi ser mirovan de dibarin. Lê mixabin ev jî tenê aliyekî ji babetê ye û rastî di eslê xwe de ne wisa ye. Di bin vê pîrozahî û evrahiya cejnên pîroz de jî her tim fikar an jî plansaziyên aborî heyîn. Li vî welatî jî bi hezaran mirov bi tenê dikarin ji dûr ve li wan dîmenên birîqîner binêrin û xweziya xwe bi asteke bilind a dewlemendiyê bînin.
Her çiqas rastî bi vî rengî jî be, ev çand li cîhanê rûniştiye û ya ku cîhan bi rê ve dibe jî pergala ji vê çand û fîlozofiyê derketî ye.
Di rastiyê de ev çand jî wek gelek hêmanên ku dûvre bûyîn çanda Ewrûpiyan ji Rojhelata Navîn dihê. Wek tê zanîn Îsayê kurê Meryem bi xwe jî ji Nasira ango ji Cihûdiyeyê ye, wek cihû jiyaye, heta mizginiya oleke nû jî her li ser ola kevin bûye.
Baş e divê mirov hindek li ser çend ji wan têgihên ku di jiyana her kesî de jî xwedî cih û bandor in bisekine. Yek ji wan jî noel e. Gelek peyv an jî têgihên bi vî rengî di nav demê de ji zimanên Rojhelatî vegeriyane latînî ango zimanên cihê yên Ewrûpiyan.
Noel jî ji aliyê binyadê ve xwe dispêre latînîyê. Natalîs (Bûyîn ango zayîn) bêtir di fransî de wek noel teşe girtiye. Tê îdiakirin ku ji peyva Nouvelle ya dihê wateya nûçe û nûbûnê dihê. Her wisa di zimanê Galya de jî Noio (Nû) ye. Ango noio û hel a ku di wateya rojê de ye hevdigirin, dikelijin û noel tê himatê. Mirov dikare bêje ku tê wateya roja nû jî. Peyva noelê di nav civakên putperest yên wê demê de wek navê şahiya serê sala nû hatiye bikaranîn. Dîsa di serdema Romayê de di gava bûyereke şahiyê dihat pêşwazîkirin de, gel bang dikir û noel, noel… digotin.
Li welatên Mesihî her sal di 25´ê meha 12´an de wek roja jidayîkbûna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Bi navên wek: Zayîna Pîroz, Cejna Zayînê û Cejna Mîladê jî tê binavkirin. Ev şahî di nav demê de dirêj bûye û bi qasî hefteyekê an jî li hin deveran deh roj diajo.
Her wisa êdî ev cejn ji aliyê civakên ne Mesihî ve jî ji bo pêşwazîkirina saleke nû, ji bo kêf û şahiyê jî tê pîrozkirin. Diyarî û xelat tên dayîn û stendin. Ji vî aliyê ve jî ev meha dawî ya salê di nav têkiliyên kapîtalîst de ciheke pir girîng digire. Ango mirov dikare bêje ku di rastiyê de ev cejna dewlemandan e. Helbet zarokên ku hîna bîrewer nebûyîn jî gelek hez ji vê demê dikin.
Li gel ku beşeke mezin a cîhanê ji van pîrozbahî û şahiyan bêpar e jî çênabe mirov ji vê çandê jî bêrî bimîne. Nexwasim yên li welatên Mesihî dijîn, qet nebe têbigihijin ka bingeha babetê çi ye? Bi daxwaza cîhaneke bextewer ve noel, weinachten an jî sala we ya nû ji niha ve pîroz be!...
Her wiha em bi metelokeke Kurdî dawî li nivîsara xwe bînin.
Serê salê binê salê
Tiştek bixe tûrka kalê
Xwedê kurek bide kebaniya malê…