
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di bernameya 'Ulkeden' ya televîzyona News Channelê de bersiv da pirsên rojnamevan Rojbîn Denîz ên li ser rojevê. Hozat da xuyakirin, ku hêzên mêtînger, bi taybetî dewleta netewe ya Tirk ji roja ava bûye û vir ve, hewl didin nehêlin Kurd bibin yek û got; "Tirsa herî mezin a dewleta Tirk pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan e. Ji bo pêşî li vê bigirin her tişt kirin û hê jî dikin. Ji ber ku, eger yekîtiya Kurdan pêk were wê mêtîngerî têk biçe, siyaseta înkar û tinekirinê wê ji holê rabe, Kurdistan wê azad bibe û mêtîngerî wê ji Kurdistanê bê avêtin.“
Hozat diyar kir, mêtîngeriya Tirk ji bo pêşî li yekîtiya Kurdan bigire, herî zêde nokerên Kurd bi kar tîne û wiha dewam kir: "Mînak; cerdevanî çawa derket holê? Beriya wê Alayên Hamîdiye hebûn. Cerdevanî jî dewama wê ye. Nokeriya li çar parçeyên Kurdistanê, dewama alayên Hamîdiye ye. Vê yekê herî zêde zerar da kê? Da gelê xwe. Li cem mêtînger, dagirker û hêzên hegemonîk cih girtin û gelê xwe qir kirin. Ev reh û kevneşopiya nokeriyê, niha bi mêtîngeran re tevdigere."
Hozat destnîşan kir, ku ne ji vê nokeriyê bûya, wê çar parçeyên Kurdistanê ji zûdeyî azad bûya û anî ziman, ya ku cesaet û hêzê dide mêtîngeriyê nokeriya li nava Kurdan e.
Êrişa li dij Şengalê li Zûmarê plan kirin
Hozat da zanîn, ku li aliyekî kevneşopiya berxwedaneke bêhempa heye ku cîhan tev bûye heyranê wê, li aliyê din jî rehê xiyanet û nokeriyê heye, ku mirov jê şerm dikin û hêrs dibin.
Hozat mijar wiha rawe kir: “Nokeriyê dewleta Tirk anî Başîka, Bamernê, Kanîmasî. Niha li Başûrê Kurdistanê şeş, heft baregehên leşkerî yên mêtîngeriya Tirk hene. Dibêjin di hevdîtina Enqereyê de li hev kirine, wê sê çar baregehên din ên leşkerî ava bikin. PDK di vê mijarê de li hev kiriye. Dibêjin ji bilî Başîka li hev kirine ku li Tel Afer, Şengal û derdora Mûsilê jî baregeha leşkerî ava bikin. Wekî din, ji xwe li aliyê Zûmarê jî baregek ava kirin. Amadekariyên ji bo dagirkirina Şengalê, plansaziya pratîkî li wir kirin. Lewma nokeriyê deriyê Başûrê Kurdistanê bi temamî li mêtîngeriya Tirk vekir."
'Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir kiriye‘
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ragihand, dewleta Tirk a mêtînegr ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî ve Başûrê Kurdistanê dagir kiriye got, "Siyaseta başûr, aboriya wê ji aliyê vê hêza mêtînger ve tê talankirin. Başûr di nava lepên birçîbûnê de ye, krîzeke giran a aboriyê heye, lê hemû pereyên Başûr diçin ji AKP'ê re. Ya ku nahêle AKP hilweşe, pereyên ji Başûr jê re diçin e. Eger desteka pere ya PDK'ê nebûya, Tirkiye ji mêj ve di krîza aboriyê de têk çûbû."
Hozat da xuyakirin, ku ev pereyên Başûr diçin ji komkujî, çek û leşkerên dewleta Tirk re û got, "Pereyê ku li Kurdistanê pê siyaseta qirkirinê tê meşandin, ji Başûrê Kurdistanê digirin. Wekî din Başûrê Kurdistanê bi rastî jî hatiye dagirkirin. Bi vê dagirkeriya dewleta Tirk re tu li Başûrê Kurdistanê nikare qala dewletê, sîstemê û serxwebûnê bike." Besê Hozat ragihand, gelê Başûr vê yekê dibîne û got, "Gelê Başûr gelekî zane û polîtîk e. Tevahiya gelê Kurdistanê bi vî rengî ye. Gel vê dibîne. Yanî bi xiyanetê kes nikare xwe bigihîne deverekê."
'Di hevdînan de plana tesfiyeyê derket’
Hozat bibîr xist, ku piştî hevdîtina Barzanî ya li Enqereyê, PDK a li bakurê Kurdistanê PAK û rêxistinên nêzî PDK'ê der barê referandûmê de helwesta xwe yekser guherandin û got, "Êrişa li Şengalê û ya li Minbicê di heman demê de hat kirin. Heman piştî hevdîtinên li Enqereyê hatin kirin. Ev êrîşê wê hê belav bibin. Di mijara Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî li hev kirine, wê êrîşî van herêman jî bikin. Nêzîkatiya PDK'ê ya li kongreya neteweyî ev encam derxist holê. Ji xwe gotin; 'em tevlî kongreya neteweyî nabin, bi erênî nabînin, lê em dikarin nîqaş bikin'. Eger bê bîra we, belavokek me hebû ku me ji raya giştî re eşkere kir. Me ew yek weke nameyekê ji hemû rêxistinan re şand. Me şand ji PDK'ê re jî. PDK'ê ev bersiv da me; 'me xistine rojeva xwe, em ê nîqaş bikin. Bersiv nedan û her tim em mijûl kirin. Me piştre dît ku Mesûd Barzanî li Munchenê bi Bînalî Yildirim re rûnişt û biryara hevdîtina Enqereyê da. Nîqaşa destpêkê li wir kirin, piştre yekser derbasî Enqereyê bû. Di vê hevdîtinê de jî me dît ku plana tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd derketiye. Plana dagirkirina Şengalê, êrîşa li Minbicê derketiye. Eger PDK dibêje; ev tiştên hûn dibêjin ne rast e, wê demê bila vê îspat bike.
Îspatkirina vê jî, bi pêkanîna kongreya neteweyî dibe. Bila were em kongreya neteweyî pêk bînin, yekîtiya neteweyî bafirînin. Eger îdîa dikin ku ew di nava vê plana qirêj a dewleta Tirk de nîne, wê demê bila were em hevdîtinê bikin."
Hozat da xuyakirin, ku ew amade ye hema sibe jî kongreya neteweyî pêk bîne û got, "Bila werin em bang li rêxistinan bikin û kongreya neteweyî bicivînin. Ji şerê navbera Kurdan bêhtir tiştekî nebaş nîne. Ya ku bi Kurdan da windakirin şerê navbera Kurdan, xiyanet û nokerî ye. Weke tevgerê, me di destpêka têkoşîna xwe de gule berdan nokeriyê. Ji ber ku herî zêde vê yekê zerar daye Kurdan. Eger PDK di vê helwesta xwe de israr bike, wê xwe bi xwe biqedîne. Êdî rewşek mîna berê dernakeve holê. Rewşa Kurdan guheriye. Zanebûneke xurt heye."
Hozat destnîşan kir, ku Kurd wê êdî xwe li nokeriyê ranegire û bang li PDK'ê kir ku dest ji vê helwesta xwe ya nexêr berde.
8'ê Adarê roja berxwedana mezin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di bernameya beşdar bû de 8'ê Adarê û têkoşîna azadiya jinê nirxand. Hozat da xuyakirin, ku li çar parçeyên Kurdistanê rêxistinbûneke bêhempa ya jinan heye û got, "Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye. Bandoreke bêhempa ya jinê heye. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, projeya neteweya demokratîk, sîstema jiyana wekhev û azad a bi hevre ya gelan derketiye holê."
Hozat ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û berxwedan û têkoşîna hemû jinan silav kir wiha got: "Encama têkoşîna Rêber Apo ye. Jinê bi felsefe û îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo xwe zane kir û bû xwedî îrade. Jinên Rojhilata Navîn bi piştgirî, yekîtî û rêxistinbûneke xurt a tevî jinên Kurd di nava hewldanan de ne. Ev yek wê pêl bi pêl li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe û Rojhilata Navîn azad bike. Em weke jinên Kurd bi rol û mîsyoneke bi vî rengî radibin û em ê vê pêk bînin. Jin ji xwe niha li her derê li ber xwe didin, têdikoşin. Bêguman divê têkoşîne ne benê bi rojekê be. Divê her roj bibe 8'ê Adarê ji bo jinan. Lazim e her 8'ê Adar bibe roja têkoşîn û berxwedaneke mezin. Dirûşma KJK'ê ya 8'ê Adarê ev e; 'Têbikoşe, bibe yek, xwe birêxistin bike, azad bibe!' Formula efsûnî ev e, azadbûna jinê ye.“
ANF / BEHDÎNAN