
Bûrçîn Erbey bibîr anî ku hevserê wî Muharrem Erbey li Kolemeya Mafê Mirovan (ÎHD) bi bê cudakarî alikariya hemû kesî dikir û wiha got: "Hevserê min ji bo dirûstkirina aştiyê xebitî. Hevserê min ji ber ku li hemberî zordaran rawestiya hat girtin."
Di merasima xelatê de nameya Muharrem Erbey ya ku ji Girtîgeha Tîba D a Amedê şand hat xwendin. Erbey di nameya xwe de wiha got: "Ez malbata PEN'ê ya ku ez li nava çar dîwaran de bitenê nehîştim endamên wenê nirxdar silavdikim. We bi vê xelatê ez rûmetdarkirim. Ez li ser navê hemû niviskarê girti, parazwanê mafê mirovan û li ser navê hemû girtiyên Kurd spasiya we dikim. Ez vê xelatê li ser navê gelê Kurdên birûmet yê ji bo azadiya xwe têdikoşe digrim. We xelata Rojbûna xwe ya 14'ê Adarê digrim. Hina li Tirkiyeyê 210 jê giran bi tevahî 780 girtiyên nexweş tê giritin li ber çavan li hêv ya mirinêye. Li Tirkiyeyê yekemîn care parazwanê mafê mirovan 4 sal û 3 mehe tê girtin. Min ji ber ku hewlda rûmeta mirovan biparêzim û mafên mirovan yên ku hatine binpêkirin biparêzim li virim. Ez li pişt tiştê ku min kirine radiwastim. Ez li vir hêzdartir bûm, pakbûm û xwe nûkir. Ez li pey fikrê xwe çûm, min bawerî bi fikrê xwe anî û hewelda ku ez xwe bigîhinim heqîqetê. Min xwest ez alîkariya mirovan bikim û binivisînim û bijîm. Mesele jiyandinin nîne mesele bi rêk û pêk û bi rêgez jiyandine. Dîroka mirovahiyê kesên ku li jêr nêrî nenivisan kesên wêrek yên ku li asîmanan nêrînivisand. Ji mirovên ku li peyxwe mîrasek bi rûmet û dîrokek xweş hîştîre silav be."
DÎHA/AMED