KCDK-E diyar kir ku Norwec li gorî xala ‘ewlekirina jiyana mirovan’ a qanûna penaberan a navneteweyî tevnegeriya û bi vî rengî sûc kiriye. Her wiha bi TJK-E’yê re bang li meclîs, pêkhate û dostên xwe kir ku ji 5’ê Hezîranê û pê ve li ber konsolosxaneyên Norwecê çalakiyên protestoyî li dar bixin.
Kurd û dostên xwe li ber Wezareta Karê Derve ya Norweçê, radestkirina Taşdemîr a ji bo Tirkiyê şermezar kirin. Li aliyê din Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) hikumeta Norwecê şermezar ku siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir.
Nayê qebûlkirin
Bi tevlîbûna Tevgera Jinan a Norwecê Kvînnenfronten û rêxistina antî faşîst Motmakten Kurd û dostên xwe li ber Wezareta Karê Derve ya Norweçê, radestkirina Taşdemîr a ji bo Tirkiyê şermezar kirin
Di axaftina li ser navê Rêxistina Ciwanên Kurd ên Norweçê Ûngkurd de, hate ragihandin ku Norweç ji ewlehiya jiyana Taşdemîr berpirsyar e û ev biryara Norweçê ya dersînorkirina Taşdemîr nayê qebûlkirin.
Di axaftina li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Osloyê de jî, ev radestkirin hate şermezarkirin û hat gotin ku wê şopdarê bûyerê bin.
Qanûn bin pê kirin
KCDK-E bi bîr xist ku siyasetmedara jin û aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr pêr bi lez û bez ji aliyê hikumeta Norwecê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û got, “Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Gulîzar Taşdemîr, sala 2015’an ji bo mafê penaberiyê serî li dewleta Norwecê da, lê belê dewleta Norwecê qanûnên penaberiyê yên navneteweyî bin pê kirin û daxwaza wê red kir.“
Gef li jiyana wê dihate xwarin
Di daxuyaniyê de nekarîbûna vegera li welêt a Taşdemîr hate bibîrxistin û hat gotin:“Taşdemîr ku nedikarî vegere welatê xwe û gef li jiyana wê dihate xwarin, ji bo mafê penaberiyê serî li Elmanyayê da, lê belê li wir jî hate redkirin û li Norwece hate vegerandin. Gulîzar Taşdemîr şeva 2’ê Tîrmehê bi zora polîsan ji kampa lê dima radestî Norwecê hate kirin û piştî dadgeheke bi lez û bez a ji 12 saetan dest û lingên wê hatin girêdan û radestî Tirkiyeyê hate kirin.“
Ev yek sûc e
KCDK-E’ê îşaret bi metirsiya ewleyiya jiyan Taşdemîr kir û got:“Dewleta Norwecê li gorî xala ‘ewlekirina jiyana mirovan’ a di qanûna penaberan a navneteweyî de cih digire tevnegeriya û bi vî rengî sûc kir. Her wiha ji ber şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi milyonan mirovî li Ewrûpayê ji bo mafê penaberiyê serlêdan kirine.“
Şirîkatiya şerî dike
KCDK-E destnîşan kir ku Norwec penaberên ji şerê li Rojhilata Navîn reviyane radestî kujerê wan dike û bi vî rengî dibe şirîkê şer û siyaseta qirêj a li dijî Kurdan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Norwec jî tevlî polîtîkayên girtin, dersînorkirin, bisînorkirina jiyanê û krîmînalîzekirina siyasetmedarên Kurd bûye û hate gotin, “Em weke KCDK-E û TJK-E şermezar dikin ku siyasetmedara jin a Kurd û aktîvîst Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Em ji jiyana Taşdemîr bi fikar in.”
Li ber konsolosxaneyan protesto bikin
KCDK-E û TJK-E bang li meclîs, pêkhate û dostên xwe kirin ku ji wir şûnde wê li ber konsolosxaneyên Norwecê çalakiyên protestoyî bikin.
OSLO
Li Stockholmê protesto
Li ser banga Meclîsa Jinan a Kurd a Amara û Navenda Civaka Kurd a Stockholmê Kurdistanî û dostên wan jî doh li pêşiya Sefaretxaneya Norweçê kom bûn, wêneyên Taşdemîr û alên PKK û KCK’ê hildan û bi dirûşman Norweç şermezar kirin. Jinan bi rayedarên Sefaretxaneya Norweçê re peyivîn. Di hevdîtinê de jinan helwesta Norweçê şermezar kiriye û nameya protestoyê radestî rêveberan kiriye.