Nûnerê Karên Derve yê Norwêcê raber kir ku Rêveberiya Xweser kedeke mezin ji bo koçberên li herêmê dide û got, ew hêvîdar in ku li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevkar bin.

Nûnerê Karên Derve yê Norwêcê, Christine Netland doh çû serdana Navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî kantona Girê Spiyê.

Nûnerê Karên Derve Netland ji hêla hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer ve hate pêşwazîkirin. Civîna di navbera her duyan de zêdetirî 2 saetan girtî li çampemeniyê dewam kir.

Piştî ku civîn bi dawî bû, nûnerê Karên Derve yê Norwêcê li pêşiya çapemeniyê naveroka civîn û sedemên serdana xwe ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, peyivî.

Karên baş û mirovî ji koçberan re kirine

Nûnerê Karên Derve yê Norwêcê ji çapemeniyê re got, “Ji min re rûmeteke mezin e ku li vê herêmê û di nava we de bim.”

Li ser naveroka civînê jî Christine Netland wiha pê de çû: “Me civîneke biguncaw bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser re li dar xist û me rewşa mirovî nîqaş kir.”

Christine Netland axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Norwêcê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îtîraf dike û nirx dide bi ked û karên ku pê radibe. Tevî wê jî xebatên baş û mirovî ji koçberan re hatiye kirin.”

Christine Netland nûnerê Karên Derve yê Norwêcê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro, me gelek mijar nîqaş kirin. Ez ê nameya Rêveberiya Xweser bigihînim hikûmeta Norwêcê. Ez hêvîdar im hevkariyeke baş di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Norwêcê de pêk bê.”

 

ANHA / EYN ÎSA