Rêveberiya Norwêcê ku siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir, li bajarê Den Haag ê Hollanda û li paytexta Elmanya Berlînê hat şermezarkirin.
Çalakiya protestoyî li ber Sefaretxaneya Bilind a Norwêcê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate lidarxistin.
Çalakgeran diyar kirin ku radestkirina Taşdemîr rewşeke li dijî mirovahiyê û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Çalakgeran xwestin li ser mijarê bi Sefîrê Bilind ê Norwêcê re biaxivin, lê belê Sefîr bi gotina “Erka min nîne ku li ser vê mijarê biaxivim” daxwaza hevdîtinê qebûl nekir.
Ev radestkirin sûc e
Radestkirina Gulîzar Taşdemîr ji alî Norwecê a bi awayekî li dij hiqûqa navneteweyî ya ji bo dîktatoriya Erdogan, li Berlînê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li ser navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayîn. Bi daxuyaniya xwe çalakgeran diyar kir ku ev radestkirin li dijî mafê mirovan sûc e.
NAVENDA NÛÇEYAN