Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, 5 zarokên sêwî yên çeteyên DAIŞ`ê ku bi eslê xwe ji Norwêcê ne, radestî nûnerê hikûmeta Norwêcê Kristian Nytland kir.
Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Norwêcê, Kristian Nytland 2`yê Hezîranê bi awayekî fermî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Nûnerê hikûmeta Norwêcê bi rayedarên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rûnişt û rewşa mirovî li herêmê û gelek doz ji wan rewşa zarokên DAIŞ`î yên Norwêcê ên li kampa Holê jî nîqaş kirin.
Piştî civînê, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û nûnerê Wezareta Karên Derve ya Norwêcê belgeya radestkirina 5 zarokên DAIŞ`î yên bi eslê xwe ji Norwêcê, mohr kir. Şervanên QSD`ê her 5 zarokên Norwêcî di şerê li dijî DAIŞ`ê de li Baxozê dîtin û piştre ew anîn kampa Holê.
Kristian Nytland malavahiya Rêveberiya Xweser kir ji ber destekdayîna rêveberiyê ji bo welatiyên Norwêcê li herêmê û diyarkirina nasnameyên 5 zarokên sêwî.
Nytland got, “Em ê 5 zarokan bibin Norwêcê û em alîkariya Rêveberiya Xweser di vê mijarê de ji bîr nakin.”
Berdevkê fermî yê Daîreya Têkiliyên Derve Kemal Akif jî li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan roja duşemê li ser daxwaza Norwêcê 5 zarokên Norwêcî radest kirine: “Îro li navenda Têkiliyên Derve li bajarokê Eyn Îsa, 5 zarokên sêwî yên Norwêcî ku ji malbatên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst in, radestî şandeya Wezareta Karên Derve ya Norwêcê li gorî belgeya radestkirinê ya di navbera her du aliyan de, hatin kirin.”
ANHA / EYN ÎSA