Pêr komek welatiyên alîgirê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ber ofîsa serekî ya kanala esmanî NRT’ê kom bûn û bi bihaneya ku NRT di bernameyeke xwe de ‘bêrêzî li hemberî Mele Mistefa Barzanî’ kiriye, nerazîbûn nîşan dan. Li gor saeta Herêma Kurdistanê derdora 16.00’an komek welatî ya ku hêjmara zêdetirî 250 kesane li ber şîrketa Nalia kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Kanala NRT’ê jî li ser ekranên xwe ragihand ku bi bombeyê êrişî ofîsa serekî wan hatiye kirin. Rêveberê navenda nûçeyan Nalya Rebuvar Mihemed jî derbarê êrişa bi bombeyî de wiha got: “ Ev êrişan li hemberî azadiya raman , mafê agahdarkirina gelê dibînin. Nalya tv dengê gel u kolananê ye. Dixwazin bi van êrîşan dengê me qut bikin. Niha şunde ji di warê ewlekariyê de ne diyar e ka dê çi bê serê xebatkarek me. Hukumet û hêzên ewlekariyê ji vê yekê berpirs in.”
Piştî ku gelek welatî li ber ofîsa NRTy’ê kom bûn û teqîna bi bombeyî pêk hat, hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê û tîmên ewlekariyê dest bi lêkolînê kirin.
SILÊMANÎ